Desthilat çima binpêkirinên jin û zarokan parve nake?

  • jin
  • 09:02 2 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jinan Mujde Tozbey destnîşan kir ku Narîn Guran ne tekane zaroka li Tirkiyeyê winda bûyî ye, lê nedîtina wê ji kêmasiya desthilatê ya di vê hêlê de ye û li dijî van polîtîkayan banga têkoşîna hevpar kir. 

Li dijî jin û zarokan tundî zext û êriş didomin, di demên dawî de mirinên biguman zêde bûn. Hema bêje her roj jin û zarok tên qetilkirin, kujerên wan an nayê dîtin an jî bi politikaya bêcezahiştinê tên xelatkirin. Li Ameda ku bûyerên tundiyê yên li dijî jin û zarokan zêde bûne de Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tabaxê de winda bû û hêj jî nehate dîtin. Li navçeya Sûr a Amedê komekî ku mudaxile li jiyana jinan kiriye, di 11 tîrmehê de êrişî kafeyên bi navê Hewş û Kargayê kirin, endamên komê yên hatine binçavkirin piştre hatin berdan. Di êrişa 26’ê tebaxê ya li dijî xwediyên Hewş Kafeyê hatiye lidarxistin de xwediyên kafeyê birîndar bûn. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN SER JIN Û ZAROKAN TÊN SEPANDIN CUDA NÎN IN’
 
Piştî ev êriş hatin jiyîn Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jinan Mujde Tozbey çû serdana malbata Narîn Guran û xwediyên kafeyan yên êriş li wan hatine kirin. Tozbey bal kişand ser binpêkirinên mafên jin û zarokan û diyar kir ku Narîn ne bûyerekî xemgîn a takekesî ye lê sedan zarokên winda hene. Tozbey da zanîn ku polîtÎkayên ser zarok û jinan tên sepandin ji hev û du cuda nîn in û wiha axivî: “Tundiya li dijî zarok û jinan tê sepandin, ji nêzîkatiya tê nişandan û paşverûtiyê dûrtir nîn e. Ev mijar tev bi hev re girêdayî ne. Beriya desthilatdariya AKP’ê jî li dijî jin û zarokan tundî hebû. Lê belê di wê demê de paşverûtî ewqas serdest nebû. AKP jina dixebite, derdikeve li kolanê, jina li dijî îstîsmarkirina malbata xwe derdikeve naxwaze. Lewma pêşî li destdirêjî û kuştinan nagire. Ji ber tirsa ava kirine, zarok û jin bêhtir di nava malê de tên hefskirin.” 
 
Seroka Komeleya Pêşî Zarok û Jinan Mujde Tozbey
 
‘DESTHILAT PIŞTGIRIYÊ DIDE ÊRIŞAN’
 
Tozbey bi ser êrişa duyemîn a bi hinceta mudaxileya jinan li dijî Hewş Kafeyê hatiye kirin sekini û got ku êrişkar piştî êrişa yekeîn hatin berdan û axaftina xwe wiha domand: “Ev yek jî nîşan dide ku desthilat van rêxistinên îslamparêz diparêze, piştgiriyê dide çalakiyên wan. Lewma em van êrişên paşîperez yên lidijî jinan, zilaman, mirovên hemdemî, qadên zarokan tên kirin, van nêzîkatiya wan, çalakiyên wan û zextên wan qebûl nakin.” 
 
‘DIXWAZIN ARTEŞEKE XIZAN A DAIŞÊ AVA BIKIN’
 
Tozbey diyar kir ku destdirêjî, tacîz, tundî, binpêkirin tu caran nebû xema desthliata AKP’ê, her tim girîngî dan “pîrozbahiya malbatê” û wiha got: “Desthilat dixwaze civakekî girtî ava bike. Dewlet ji roja hatiye heta niha li ser bingehên dewleyê yên hiqûq, daraz, tenduristî, perwerdeyê tarikat û cemaetan belav kir. Hewl da tarîkat û cemaet xurt bibin, kadrobûyîna xwe ava bikin. Desthilat AKP’ê hebûna xwe bi ser van tarikat û cemaetan didomîne. Lewma jina di malê de asê maye, naçe dibistanê, zarokê di pîşesaziyê de dixebite bêhtir kêrî kare desthlata AKP’ê tê. AKP naxwaze li welat jin û zarok rapirsînê bikin. Divê em zanibin mufredata perwerdeyê ji ber vê yekê tê guherandin. Dixwazin nifşekî bibe sedema hovitiyê ava bikin. Dixwazin ji xwe re artêşeke xizan a DAIŞ’ê ava bikin.”  
 
‘DESTHILAT ÇIMA DANEYÊN ZAROK Û JINAN PARVE NAKE?’
 
Tozbey bilêv kir ku ji sala 2016 heya 2018’an 104 hezar zarok winda bûne, dewlet derbarê zarokên destdirêjî û tacîz li wan hatiye kirin, winda bûne, tu agahiyan parve nake. Tozbet destnîşan kir ku sedema parvenekirina van agahiyan a desthilatê ji ber tunebûna xebatên wan û tunebûna çareseriyên wan e. Tozbey axaftian xwe wiha domand: “Narîn ne tekane zaroka winda bûye ye. Lê belê windabûna zarokekî wekî Narînê ya 8 salî, bi saziyên xwe ve nedîtina Narînê ya dewletê lewazî û neçariya dewletê nîşan dide.” 
 
Tozbey bi bîr xist ku desthlat derbarê cinayetên jinan de jî tu daneyan parve nake û wiha got: “Wezaretê Edaletê daxuyand ku di navbera salên 2002 û 2009’an de cînayetên jinan ji sedî hezar û 400, zêde bûne. Wê deme civakê hestiyariyekî mezin nîşan da, dema ku dîtin ku berpirsyariya wan di van cînayetan de heye careke din derbarê jinan de tu agahî parve nekirin. Hêj ku cînayetên jinan ewqas zêde bûne, ma dê çima daneyên nû parve bikin ku berpirsyariyê qebûl bikin? Naxwazin vê yekê nîşanî gel bidin.” 
 
‘DIVÊ EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Tozbey anî ziman ku di welat de muxalefeta herî xurt muxalefeta jinan e, jin di desthilata AKP’ê de bêyî biçewisîn têkoşiyan û wiha derbirî: “Wek Komeleya Pêşi Zarok û Jinan, hatina me ya vê derê, ji bo vê yekitiyê, ji bo vê têkoşînê, serînetewandina li dijî vê desthlatê mînakek e. Li Tirkiyeyê rewşenbîr, çepgir, hemû jin û zilam bi salan e têdikoşin. Le belê me gelek jinên pêşeng tev li vê têkoşînê kirin. Lewma em wek jin û zilam bi tevgerina hevpar divê têkoşîna xwe bidomînin. Bi qasî em li dijî tudniyê serê xwe netewînin dê ev roj derbas bibin.”