Ji bo Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê dê kampanyaya ‘azadiyê’ bê destpêkirin

  • jin
  • 15:49 2 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag re dê ji bo Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê kampanyaya azadiyê bide destpêkirin. 
 
Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdag dê ji bo piştevaniya bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag re ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê tê ragirtin, ji meha îlonê ve bi dirûşma “Ji Fîgen Yuksekdagê re azadî”, di asta navneteweyî de kampanyayê bide destpêkirin. 
 
Di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de hat gotin ku kampanya girtiyên Doza Kobanê jî digire nav xwe û ji hêla Tora Piştevaniya Jinên Enternasyonal a bi Fîgen Yuksekdagê re hatiye destpêkirin ku endamên Yekitiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê (SKB), Zora û Platforma Dengê Girtiyan e. Bi domdarî hat gotin ku dê li dijî cezayên di Doza Kobanê de hatine dayin bêdeng nemînin û dê nebêjin; “Li hemberî cezayên îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê tiştekî em bikin tune ye.”
 
Di berdewamê de Doza Kobanê weke “doza tolhildanê” hat pênasekirin û hat gotin ku sedema vekirina Doza Kobanê, serhildana 6-8’ê Cotmehê ye. Torê, daxuyand ku “Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê serkeftina Kobanê ranegirt” û wiha domand: “Em jî HDP’ê, Fîgen Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê ku wê demê seknekî birûmet raber kirin ji bîr nakin û ji bo azadiya wan kampanyayê didin destpêkirin.” 
 
'DÊ DI TEVAHIYA ÎLONÊ DE BIDOME’
 
Hat diyarkirin ku dê kampanya di tevahiya meha îlonê de bidome, piştî kampanyayê dê xebateke domdar bidin destpêkirin û wiha hate gotin: “Me broşurên bi zimanên cuda, amûrên medyaya dijîtal, afîş û hwd. amade kirin. me dest bi wergirtina randevuyan kir. Em ê di hevdîtinan de bibêjin ku cezayên di Doza Kompasê ya Kobanê de cezayên keyfî ne, bi hestên tolhildanê hatine dayin û bêbingeh in. Li Ewropayê em ê xwe bigihînin rêxistinên jinan, siyasetmedarên pêşverû, parlamenter, nûnerên saziyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademîsyenan, dosyayên xwe radestî wan bikin û jê bixwazin ku bikevin nava tevgerê. Daxwaza me ew e ku zext li dewleta tirk were kirin a ku biryarên DMME’yê yên derheqê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de bicih nayine. Em ê li parlamentoyê, li saziyên navneteweyî, di qada çapemeniyê de û bi çalakiyên kolanan derhiqûqtiya Tirkiyeyê û bêedaletiya wê bikin rojev. Ji bo şande biçin serdana Yuksekdag û girtiyên Doza Kobanê, em ê bikevin nava tevgerê.” 
 
BANGA MEZINKIRINA KAMPANYAYÊ
 
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinên dixwazin mil bidin milê wan hat kirin ku piştevaniyê bidin wan, bi wan re di nava peywendiyan de bin û bi awayên cuda kampanyayê mezin bikin.