MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş

  • jin
  • 14:30 3 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a tebaxê de diyar kir ku di meha tebaxê de zextên li ser rojnamegeran zêde bûne û hat gotin 25 binpêkirina mafan derketine pêş her wiha azadiya platforma dîjîtal jî hatiye sînorkirin.  
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de jinan bal kişandin ser binpêkirina mafên jinên rojnameger û zextên li ser wan. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnameger a Tebaxa 2024'an a bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji raya giştî re parve dikin. Her wiha em bi vê raporê re zextên li ser çapemeniya azad jî radixînin pêş çavan. Di vê raporê de me bal kişandiye ser gefxwarina li mafê jiyan û ewlehiya jinên rojnameger. Her wiha me cih daye sînorkirina azadiya ramanê, zextên hiqûqî û rewşa rojnamegerên girtî. 
 
Di meha tebaxê de bi taybet êrişên li ser rojnamegerên kurd derketine pêş. Bi êrişên Tirkiyeyê yên li Silêmiyê du rojnamegerên jin Hêro Bahadîn û Gulistan Tara jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn. Ji bo rojnameger peywira xwe bi cih neynin hatin astengkirin, êrişa fîzîkî jî li hinekan hat kirin û bi awayekî cidî birîndar bûn. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya fikir û ramanê bi awayekî cidî hatiye sînorkirin. Lêpirsînên derbarê jinên rojnameger de, doz û îddianame wekî perçeyekî ji zextan derdikeve pêşberî me. Di meha tebaxê de 25 binpêkirinên mafên jinên rojnameger hatine raporkirin. Ev tişt nîşan dide ku zextên sîstematîk ên li dijî çapemeniya azad çawa gihiştiye asteke cidî. 
 
Di heman demê de jî platformên dîjîtal jî hatin astengkirin. Di 2'yê Tebaxê de Instagram hat astengkirin û ev astengî di 10'ê Tebaxê de hat rakirin. Her wiha di meha tebaxê de jî hesabê X'ê yê gelek kesî hat astengkirin. Ev geşedan jî nîşan dide ku di qada dîjîtalê de jî sînorkirina azadiyan mijara gotinê ye. 
 
6 ROJNAMEGERÊN JIN GIRTÎ NE
 
Ev rapor eşkere dike ku binpêkirina mafên jinên rojnameger ên li Tirkiyeyê çawa zêde bûne û di heman demê de jî gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê radixîne pêş çavan. Ev rewş di warê azadiya çapemenî û ramanê de tabloyeke bi xof radixîne pêş çavan.
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî:
 
1. Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
2. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
3. Ozlem Seyhan – Rojnameger
4. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
5. Selamet Turan – Rojnameger 
6. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê "