Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan

  • jin
  • 14:59 3 Îlon 2024
  • |
img
SÊRT - Komeke zilaman a ji malbata Elçîçek li navçeya Dihê 4 jin derb kirin. 2 zilamên êrişkar piştî îfadeyê hatin berdan. 
 
Di 1’ê îlonê de li gundê Şawûra yê navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera malbatên Elçîçek û Erdemcî de minaqeşe derket. Piştî nîqaşê, ji malbata Elçîçekan zêdetirî 10 zilaman êrişî jinên malbata Erdemciyan kirin. 
 
Di êrişê de ji jinan F.E. bi giranî birîndar bû. 4 jinên malbatê yên di êrişê de birîndar bûyîn bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Ji jinan 3 jê piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketin. Hat zanîn ku tedawiya F.E. ku bi giranî birîndar bûbû didome. 
 
Hat zanîn ku jinên rastî êrişê hatin giliyê êrişkaran kirin. Piştî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin. Êrişkaran li Fermandariya Cendirmeyan a Sêrtê îfade dan û piştre hatin berdan.