‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin

  • jin
  • 23:13 4 Îlon 2024
  • |
img
ÎDIR - Di atolyeyên ku TJA û DBP’ê pêk anîn de jinan diyar kirin ku wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bersiv bidin polîtîkayên şerê taybet.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îdîrê li dijî polîtîkayên şerê taybet atolyeyên rêxistinkirî pêk anîn. Li navenda Îdir, naveç û bajarokên wê atolye pêk hatin. Hevşaredar, endamên MYK’a DBP’ê û gelek jin tevli bûn.
 
Di atolyeyan de balkişandin ser polîtîkayên şerê taybet yên li ser jinan û hat diyarkirin ku divê torek rêxistinkirî û hişmend bê avakirin û hat diyarkirin ku armanca van atolyeyan xurtkirina têkoşînê ye. Her wiha hat diyarkirin ku wê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ bibin bersiva polîtîkayên şerê taybet.
 
Atolye bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.