Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin

  • jin
  • 09:10 5 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - YRJ’ê îmzeyên di kampanyaya “Na ji darvekirinê re” de berhev kiribû ji 14 saziyan re şand. 
 
Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) di 12’ê tebaxê (2024) de li hemberî biryarên darvekirinê ku dadgehên Îranê der barê rojnamevan û çalakvanên jin Şerîfa Muhemedî û Pexşan Ezîzî de dabûn, kampanyaya "Na ji darvekirinê re" dabû destpêkirin. 
 
Piştî kampanyaya 14 rojan dom kir, YRJ’ê di 26’ê tebaxê de bi civîneke çapemeniyê encam eşkere kirin û diyar kir ku ji rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan, endamên saziyên sivîl, jinan, saziyên hiqûqî yên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çar parçeyên Kurdistanê, welatên Rojhilata Navîn ên wekî Lubnan, Misir, Mexrib, Tunis û welatiyên Ewropayê 36 hezar û 398 îmze hatine komkirin.
 
Di civînê de hatibû detnîşankirin ku wê îmzeyên hatine komkirin ji saziyên rojnamevan û mafên mirovan re bên şandin.
 
Li gorî agahiyên ji Desteya Rêveber a YRJ’ê hatine wergirtin, îmzeyên hatine komkirin ji Komîteya Parastina Rojnamevanan, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî, Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Ajansa Reuters, Sendîkaya Rojnamevanên Umanê, Sendîkaya Rojnamevanên Somalê, Sendîkaya Rojnamevanên Urdunê, Sendîkaya Rojnamevanên Lubnanê, Sendîkaya Rojnamevanên Misrê, Sendîkaya Rojnamevanan a Başûrê Kurdistanê, Navenda Mîtro ya li Başûrê Kurdistanê, Rêxistina MidPoint, Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navnetewî û ji gelek hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan e hatine şandin.