Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî

  • jin
  • 09:11 5 Îlon 2024
  • |
img
WAN - Arîfa Fatîmayê diyar kir ku li Efxanistanê hewl tê dayîn ku nasnameya jinê bê tunekirin û got: "Berxwedana jinên kurd a gerdûnî, rêya me hemûyan ronî kir. Ez difikirim ku em ê bi têkoşîneke hevpar destkeftiyên xwe ji nû ve bi dest bixin."
 
Li Efxanistanê ku DYA’yê leşkerên xwe jê vekişand, Talîban di 15’ê Tebaxa 2021’ê de bêyî ku bi berxwedaneke mezin re rû bi rû bimîne derbasî Kabilê bû û tevahiya kontrolê bi dest xist. Talîbanê dibistan, nexweşxane û dadgehên hikûmetê girtin û dest bi pêkanîna rêgezên şerîetê kır. Li welatê ku krîz û alozî lê zêde bûye, hemû maf û azadî hatine rawestandin. Rêveberiya Talîbanê bi pêkanînên xwe qada jiyanê, bi taybetî ji bo jin û zarokan nehiştiye.
 
Bi tena serê xwe derketina derve ya jinan û çûna dibistanê ya zarokên keç hat qedexekirin û her wiha "Wezareta Jinê" hat girtin û li şûna wê "Wezareta Teşwîqkirina Fazîletê û Pêşîgirtina Bêexlaqiyê" hat avakirin. 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TALÎBANÊ
 
Jinên ku ji roja ewil û vir ve li dijî rêveberiya Talîbanê têdikoşin, li hemberî hemû zext, binçavkirin, girtin, îşkenceya zayendî û tecawizê paşve gav navêjin. Jinên Afganî li dijî qedexeyan hin çalakiyên wekî helbest û stranan dan destpêkirin. Jinan di vîdeoyekê de gotin, “Em wekî endamên vê tevgerê beşdarî kampanyayê bûn. Em bi stranan ji Talîbanan re dibêjin 'na'. Em ji civaka baviksalarî û cudakariya zayendî re dibêjin na. Werin û bi me re bibin yek deng." 
 
Parêzvana mafên jinan a Efxanistanî Arîfa Fatîma ku ji ber zextên Talîbanê neçar ma koçî Norwêcê bike, têkildarî pêkanînên rêveberiya Talîbanê û têkoşîna li dijî wê ji ajansa me re axivî.
 
Fatîmayê diyar kir ku Talîban bi tundiyê hatiye ser desthilatdariyê û wê wekî "rêxistineke terorîst" bi nav kir. Fatimayê got: “Weki jin em di nava 3 salan de ji jiyana xwe bûn. Me gelek caran gotiye ku Talîban komeke tundrew a îdeolojîk e û tu eleqeya wê bi mirovahiyê re tune ye. Ev rêveberî jinê ji bo civak û Îslamê xeter dibîne. Ji ber vê yekê hebûna jinê qebûl nake û polîtîkaya bi armanca tunekirina hemû tiştên girêdayî jinê dimeşîne. Lêbelê, jinên afganî jinên hişyar û biryardar in. Ji bo mafên xwe têdikoşin. Ne tenê Talîban, li herêm û welatên cuda jî gelek komên ku li jinan zilmê dikin hene. Jinên afganî hem li welêt hem jî li dervey, welêt tim têdikoşin û komên girêdayî hev in." 
 
Fatîmayê bi bîr xist ku rêveberiya Talîbanê di demên dawî de hin rêze qedexeyên wekî "qedexekirina axaftina bi deng"  danîne û got: "Di mînaka dawî de Talîban dengê jinan qedexe kir. Ev ji bo me eşkere bû û me pêşbînî kir ku ew ê nesekinin heya ku bi tevahî netepisînin. Xebatên me yên parêzvanên mafên jinan berdewam dikin. Kampanyayek ku di raya giştî de cih girt hat destpêkirin. Bi kampanyaya 'Hûn nikarin dengê me qedexe bikin' me xwe gihandin bi hezaran jinan. Me stran û helbestên xwe diyarî têkoşîna jinan kir. Kampanyaya me hê jî didome û bi hezaran jin hê jî li ber stranan govendê digerînin. Em amade ne li dijî van qanûnan her cure çalakiyan li dar bixin." 
 
JINÊN KURD ÎLHAMÊ DIDIN
 
Fatîmayê diyar kir ku li Afganîstanê hewl tê dayîn ku nasnameya jinê bê tunekirin û wiha got: "Wekî jin û aktîvîsteke mafên jinan, tirsa min ew e ku destkeftiyên 20 salên dawî careke din ji holê bên rakirin. Têkoşîna me ne li dijî mêran e, li dijî pergalê ye. Di vî warî de berxwedana gerdûnî ya jinên kurd wê rêya me hemûyan ronî bike. Îro û sibê jî li Afganîstanê em ê bi yekîtî û têkoşîna hevpar a di navbera jinên têkoşer ên Kurdistanê û jinên Afganîstanê de destkeftiyên xwe bi dest bixin."
 
MA / Rûken Polat