Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê

  • jin
  • 09:50 5 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Karkera çandiniyê Medîne Akyuz a 18 salî ku ji bo perwerdehiya xwe bidomîne û alîkariya malbata xwe bike dixebite, got: "Xerabûna pergalê, van zehmetiyan li me ferz dike. Lê divê em qebûl nekin." 
 
Medîne Akyuz a 18 salî ku li taxa Xanîka Jêr a navçeya Çinar a Amedê dijî, tevî dayika xwe û 3 xwişkên xwe ji bo debara jiyana xwe têdikoşe. Akyuz a ku di sala 2015'an de bavê wê jiyana xwe ji dest da, 3 sal in bi karê çandiniyê dixwaze perwerdeya xwe bidomîne û tevkariyê bide malbata xwe. Akyuz ku îsal nekarî biçe zanîngehê amadekariya azmûnê dike.
 
Akyuz a ku motîvasyona xwe bi gotina "Divê ez li hemberî van zehmetiyan têbikoşim" geş dike, anî ziman ku piştî bavê wê jiyana xwe ji dest daye zehmetiyên madî û manewî derketine holê û wiha got: "Piştî mirina bavê min, rojên gelekî zehmet derbas bûn. Ez di warê aborî de dikarim bi awayekî ji heq derkevim, lê ji aliyê ruhî ve min tu carî nekarî wê kêmasiyê temam bikim. Mînak, di temenê xwe yê biçûk de min nekarîbû ji zarokatiya xwe kêfê bigirim. Ez û birayê xwe yê mezin ku zanîngehê dixwîne û 2 xwişk û birayên xwe yên biçûk, li hemberî van zehmetiyan hem dixwînin hem jî dixebitin." 
 
Akyuzê diyar kir ku wê di 3 salên dawîn ên lîseyê de wekî karkerê çandiniyê ya demsalî dest bi xebatê kiriye û got ku ew rojê 13-14 saetan dixebite û bi qezenca xwe alîkariya malê dike. Akyuzê anî ziman ku her sibe saet di 04.00'an de ji xwe radibe û diçe li nava zeviyê dixebite. 
 
'EM RIZÎBÛNA PERGALÊ QEBÛL NEKIN'
 
Akyuzê ku bi sporê re eleqedar e, dixwaze li Dibistana Perwerdehiya Beden û Sporê (BESYO) perwerdeya xwe biqedîne û li Amedê li Kuluba Lîstikvanên Voleybolê jî voleybolê didomîne. Akyuzê anî ziman ku ji ber ku tayinkirina di vê beşê de kêm e, neçar maye beşa hemşîretiyê bixwîne û wiha got: "Lê ji bo ku ez zûtir bêm wezîfedarkirin divê ez beşa hemşîretiyê bixwînim. Li hemberî van zehmetiyan divê li ber xwe bidim. Li derdora min jin hene ku ji ber ku ji têkoşînê ditirsin zewaca ku civak ferz dike wekî çare dibînin. Qethiyen ev ne helwesteke rast e. Ji lew re divê mirov li ber xwe bide. Ne mecbûr in bizewicin. Rizîbûna pergalê van zehmetiyan li me ferz dike, lê divê em qebûl nekin. Êdî kes ji ber şertên abprî yên ku pergal ferz dike naxwîne." 
 
'ÇARESERÎ TÊKOŞÎN E'
 
Akyuzê destnîşan kir ku divê kesên ku welat bi rê ve dibin rast bên hilbijartin û wiha got: "Divê em li dijî vê pergalê tercîha rast bikin û di van hilbijartinan de kesên ku karibin vî welatî bi rêk û pêk bi rê ve bibin hilbijêrin. Pir kes dibêjin 'Ma wê bi dengekî rast bibe?' Divê mirov wiha nefikire, vîna me girîng e. Tu bi rayekê dikarî bandorê li jiyana her kesî bikî. Yan na wê rewşa welêt xirabtir bibe. Çareseîr ne rev e, têkoşîn e."