Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin

  • jin
  • 11:14 6 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tebaxê ya JINNEWS’ê; di tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tebaxê ya JINNEWS’ê; di tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di çeteleyê de bajarên jin lê hatine qetilkirin wiha hatin rêzkirin: “Li Antalyayê jinek, li Denîzliyê yek, li Enqereyê 2, li Sêrtê yek, li Konyayê 3, li Samsunê yek, li Afyonê 2, li Mêrsînê 2, li Stenbolê 4, li Rihayê yek, li Tekîrdagê 2, li Balikesîrê yek, li Mûglayê yek, li Îzmîrê 2, li Zonguldakê yek, li Kocaeliyê yek, li Gîresunê yek, li Eskîşehîrê yek, li Hatayê yek, li Trabzonê yek û li Edeneyê jî jinek hate qetilkirin.” 
 
FAÎL ZILAMÊN HERÎ NÊZ IN
 
Di vê mehê de jin ji hêla zilamên herî zêde nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Li gorî vê; 6 jin ji hêla zilamên bi hev re bûn, 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve, jinek ji hêla neviyê xwe ve, jinek ji hêla zilamê hev berda bûn, 4 jê di dema pêvajoya hevberdanê de, 3 jê ji hêla xizmên xwe ve, yek jê ji hêla zilamê hev berdabûn ve, yek ji hêla hevjînê xwe yê mehra olî, yek ji hêla bavê xwe ve, 4 ji hêla nasên xwe ve û yek jî ji hêla birayê xwe ve hate qetilkirin.”