‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’

  • jin
  • 14:35 6 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê diyar kir ku hiqûq ne di wê rewşê de ye ku jinan biparêz e. 
 
Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê bi boneya destpêkirina sala edlî li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da û bal kişand ser tundiya jinan a pergala hiqûqê . 
 
Rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Parêzer Cansel Atalay metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku jin ji aliyê desthilatdariyên pircure yên hegomonîk ên zilaman ve hatine dorpêçkirin. Atalay da zanîn ku tenê di meha tebaxê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 24 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. Atalay diyar kir ku rojane herî kêm 5 jin tên kuştin. Atalay anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina tundiya li ser jinan tu tevdîrek parastinê nayê girtin û di dozên kuştin û tundiya jinan de polîtîkaya necezakirinê didome û got: “Hiqûqa ku em hewl didin li pêş bixin ne di wê rewşê de ye ku me biparêze. Her yek ji me bi gefan re rû bi rû ye.”