Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 16:37 7 Îlon 2024
  • |
img
 NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Kurdistan û Îranê di meha tebaxê de 23 jin hatin qetilkirin, bi kêmanî 10 çalakvanên jin hatin binçavkirin û ceza li 11 jinan hate birîn.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên di meha tebaxê de, raporek weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku di meha tebaxê de herî kêm 10 çalakvanên jin hatine binçavkirin. Her wiha cezayê girtinê li 11 jinan hat birîn ku 6 jê kurd in.
 
Hate destnîşankirin ku her 11 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ne û bi giştî 40 sal û 5 meh û 22 roj ceza lê birîne.
 
Li gorî raporê, 23 jin li bajarên cuda yên Îranê hatine qetilkirin. Der barê jinên hatine qetilkirin de jî hate diyarkirin ku 12 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê bavên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve û 6 jin jî ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin.
 
Hêjayî gotinêye ku piştî belavbûna serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rejîma Îranê zextên xwe yên li ser çalakvanên jin zêdetir kiriye û qada xebatên civakî, siyasî û mafên mirovan li jinan teng kiriye. Bi berdewam çalakvanên ji bo azadiyê û mafê jinan xebat û têkoşînê didin meşandin têne girtin û bi cezayên girtîgehê yan jî cezayên darvekirinê têne cezakirin.