Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan

  • jin
  • 16:55 17 Mijdar 2024
  • |
img
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupolo di çalakiya TJA’yê ya 25’ê Mijdarê de axivî û got ku ew ne bûdçeya ji bo şer, ya ji bo jinan tê xerckirin dixwazin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li pêşiya Hawîza Şaredariya Esenyurt a Stenbolê bi dirûşma “Li dijî tundiya mêr-dewletê jin jiyan azadî” çalakî li dar xist. Gelek aktîvîstên TJA’yê tev li bûn. Di çalakiyê de dovîzên “Em ji bo azadiya xwe têdikoşin”, “Qeyûm, xespkirina îradeya jinê ye”, “Bijî têkoşîna jinan” û "Jin jiyan azadî" hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên Gulistan Doku û Nagihan Akarsel hatin hilgirtin. Jinan gelek caran dirûşmên “Cînayetên jinan polîtîk in” û "Jin jiyan azadî" berz kirin. 
 
‘LI DIJÎ BÛDÇEYA ŞER EM DIBÊJIN JIN JIYAN AZADÎ’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo di çalakiyê de axivî û got ku bûdçeya 2025’an piranî ji bo parastinê hatiye veqetandin. Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku bûdçe ji bo şer diçe û li kolan û malan jî jin bi tundiya mêr tên qetilkirin. Ceyla Akça Cupolo anî ziman ku divê bûdçe ji bo jinan were bikdaranîn. Ceylan Akça Cupolo got ku divê jin piştevaniya xwe ya li dijî dijminatiya li jinan mezin bikin. 
 
Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.