Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin

  • jin
  • 14:23 27 Adar 2025
  • |
img
ŞIRNEX - Abdulkerîm Elgun ku li Cizîrê hevjîna xwe Nesîbe Elgun qetil kiribû, hate girtin. 
 
Jina bi navê Nesîbe Elgun (25) di 24’ê Adarê de li gundê Xirabreşkê yê navçeya Cizîr a Şirnexê ji hêla Abdulkerîm Elgun ve hatibû qetilkirin. Faîl Elgun, piştî hevjîna xwe qetilkirî reviyabû. Faîl Elgun şevê din li gundê Xirabêtuyanê yê Hezexê ji hêla cendirmeyan ve hate girtin. 
 
Faîl Elgun ku piştî îfadeya li qereqola navçeyê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin, ji sûcê “Kuştina biqesdî” hate girtin û şandin girtîgehê.