Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike

  • jin
  • 09:31 17 Cotmeh 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Kolektîfa Keda Jinan a Mêrsînê dest bi “Bernameya Perwedeya Mafê Mirovan ên Jinan” ku dê 16 hefteyan bidome, dike. Endama Kolektîfê Bînesaz Ozge Goncu, diyar kir ku ew bi bermaneya perwerdê armanc dikin ku rêxistinbûyîna jinêan xurtir bikin.   

Kolektîfa Keda Jinan a Mêrsînê, dest bi “Bernameya Perwedeya Mafê Mirovan ên Jinan” dike. Bername dê 16 hefteyan bidome. Di bernameyê de dê perwerdeyên “Mafê mirovan ên jinan”, “Mafê jinan ên aborî, makeqanûnî, welidandinê”, “Tundiya li ser jinê, tundiya nava malê, Stratejiyên li dijî tundiyê, ragihandin, zayendî û siyaset”, “Perwerdeya zarokên hestiyar, rola wan a zayendî ya di civakê de û mafê zarokan” û “Femînîzm, tevgerên jinan û rêxistinên jinan” bê dayîn. 
 
Yek ji amadekarên bernamê, Endama Kolektîfa Keda Jinan Binesaz Ozge Goncu, diyar kir ku cara yekemîn dê li Mêrsînê bernameyek wiha li dar bixin. Goncu, anî ziman ev xebat ji aliyê Rêxistina Jinên Serbixwe, Kolektîfa Keda Jinan a Mêrsînê û Rêxistina Jinan a Gunebakan ve hat amadekirin. 
 
'EM DIXWAZIN JINÊN BI RÊXISTINKIRÎ PÊŞ BIXIN'
 
Goncu, da zanîn ku armanca bernameya perwerdê jinên birêxistinkirî pêş xistin e û wiha axivî: “Hemû jinên rastî tundiyê tên ji mafên xwe bê agahîne. Piranî têkoşîna jinê bi dîroka avabûna komarê ve tê girêdan. Lewre têkoşîn û berxwedana jinê berî Komarê dest pê kiriye. Têkoşîna jinê beriya sed salan hatiye destpêkirin û jinan gelek qezenc bidest xistin e. Bi perwedê dê jin vê rastiya xwe nas bikin. Gava jin mafê xwe nas bikin, dê zanibin têkoşînek rast jî bimeşîn in. Her ku jin birêxistin dibin êrîş jî zêde dibin. Li dijî van êrîşan têkoşînek bi zanebûn girîng e.”
 
BI QEDEXEYAN DESTKEFTIYÊN JINAN TUNE DIKIN 
 
Goncu, destnîşan kir ku di demên dawî de, bi taybetî piştî 7’ê Hezîranê bi têkoşîna jinê yekîtiyek hat avakirin û wiha domand: “Ev yekitî bi lez mezin dibe. Rejîma desthilatdariyê ji bo vê mezinbûnê têk bibe, bi pergalî êrîşî beşên muxalîf û jinan dike. Bi KHK’ên piştî îlankirina OHAL’ê dixwazin li dijî mafê jinan qanûnên nû derbixin. Bi vê yekê dixwazin destkeftiyên jinan ji holê rabikin.”   
 
'DÊ JIN BÊDENG NEMÎN IN'
 
Goncu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin qanûnên nû derbixin û têkoşîna jinê lewaz bikin. Ji bo dengên jinên Tirkiyeyek demokratîk dixwazin qût bikin, qanûnên nû derdixin. Bêguman dê jin li dijî van êrîşan bêdeng nemîn in û dê hîn zêdetir mafê xwe biparêzin. Em ê li hemberî qetilkirinên jinan parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Bi bernameya perwerdê dê jin li dijî hemû êrîşan bi zanebûn û rêxistinkirî tevbigerin.”