Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin

  • jin
  • 09:06 30 Gulan 2025
  • |
 
ÎDIR - Endama PM’a DBP’ê Hebûn Aslan bal kişand ser atolyeyên bi dirûşma “Bi jina azad ber bi civaka demokratîk ve” û got ku jin di navenda avakirina civaka demokratîk de cih digirein û ew bi rêya atolyeyan têkoşîna rêxistinkirî mezintir dikin.  
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Bi jina azad re ber bi civaka demokratîk ve” atolyeyan li dar dixe. Armanca atolyeyan ew e ku jiyaneke azadiya jinê esas digire biparêzin û avakirina civaka demokratîk bi jinan re nîqaş bikin. 
 
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DBP’ê Hebûn Aslan ku di atolyeyên li Îdirê de cih digire, têkildarî mijarên tên nîqaşkirin axivî. 
 
ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ 
 
Hebûn Aslan, da zanîn ku di konferansa ji hêla Meclisa Jinan a DBP’ê ve hatiye lidarxistin de biryar dane ku di çarçoveya “îdeolojiya rizgariya jinê” de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeyan li dar bixin û got: “Armanca me ew e ku têkoşîna jinan a di nava jiyanê de, berxwedan û têkoşîna azadiyê mezin bikin. Ji civaka xwezayî heta roja me berxwedana jinan didome. Di van atolyeyan de em li ser dîroka têkoşîna jinê ya tevgera me nîqaş dikin. Me starta xwe li Geverê da û ev xebat li Kurdistan û Tirkiyeyê didome.” 
 
'JIN DI NAVENDA AVAKIRINA CIVAKÊ DE NE’ 
 
Hebûn Aslan, destnîşan kir ku jin di navenda pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî de cih digirin û axaftina xwe wiha qedand: “Taybetiya sereke ya vê pêvajoyê, domandina xebatan a civakê esas digire û civakîkirina wan e. Em girîngiyê didin avakirina civakî û di vê çarçoveyê de jî girîng e ku li hemû herêm, bajar, navçe, tax û gundan vê pêvajoya avakirinê birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Xebat ji bo vê tên meşandin. Di wê baweriyê de me ku hemû jin dê feraseta vê berpirsyartiyê tevbigerin.”