Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn

  • jin
  • 11:38 30 Gulan 2025
  • |

ÊLIH - Îpek Er piştî rastî tecawizê hat neçarî întixarê ma û dayika wê Hîkmet Er diyar kir ku rayedarên dewletê jê re gotine: ‘Em ê Mûsa Orhan bigirin, li ti cihî neaxivin' û soza xwe bi cih neanîn.

 
Li navçeya Qûbîna Êlihê îpek Er a 18 salî, di 16'ê Tîrmeha 2020'an de piştî tecawiza çawîşê pispor Mûsa Orhan neçarî întîxarê hat hiştin. Îpek Er a bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê û piştî 33 rojan di 18'ê Tebaxa 2020'an de di yekîneya lênerîna giran de jiyanê ji des da.
 
Îpek Er di 19’ê Tebaxê de hatibû girtin û li ser îtiraza parêzerê xwe di 25’ê Tebaxê de bêyî ku were darizandin hatibû berdan. Der barê Orhan de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê doz hat vekirin. Orhan di 3’ê Kanûna 2021’ê de ji ber sûcê "êrîşa zayendî ya xirab" 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê belê bi kêmkirina "tevgerên baş" re ceza daxistin 10 salan. Di 10’ê Adara 2022’yan de 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryar erê kir. Doz birin Yargitayê.
 
DANIŞÎNA DUYEMÎN A DOZÊ
 
Piştre der barê Mûsa Orhan de ji ber sûcê 'bûye sedem ku kesek xwe bikuje û di encamê de jiyana xwe ji dest bide' doz hat vekirin. Rûniştina yekem a dozê duh li 1'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê pêk hat.
 
Dayik Hîkmet Er nerazîbûn nîşanî negirtina Mûsa Orhan da û wiha got: "Keça min mir, lê ew kêfa dike. Divê heqê keça min li erdê nemîne. Ez ê niha ji vir biçim ser gora wê. Em bi êş jiyana xwe didomînin. Dadgeh bi ti awayî der barê wî de biryara girtinê nade. Ev kesê ku ji bo civakê xetere ye, divê tavilê were girtin."
 
SOZA DEWLETÊ!
 
Dayik Hîkmet Er ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku ji aliyê rayedarên dewletê ve soza wê hatiye dayîn ku eger bêdeng bimîne wê Mûsa Orhan bê girtin. Hîkmet Er anî ziman ku sozên hatine dayîn bicih nayên anîn û wiha axivî: “Dema rayedarên dewletê bi min re axivîn gotin, 'Em ê Mûsa Orhan bigirin, li ti cihî neaxivin, deng dernexin, em ê wî bigirin'. Lê dîsa jî nayê girtin. Soza xwe bi cih neanîn. Xwîna keça min li erdê maye. Ez edalet û hiqûqê dixwazim. Ji roja bûyer qewimî û vir ve digirîm. Min soz da keça xwe. Beriya jiyana xwe ji dest bide, ji min re got, 'heqê min li erdê nehêlin'. Min jî soz da wê. Em ê ti carî nehêlin heqê wê li erdê bimîne. Eger em nikaribin di vê darizandinê de tiştekî bi dest bixin, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Em ê ti carî dest jê bernedin.”
 
Dayik Hîkmet Er bi bîr xist ku dadgeriya ku Mûsa Orhan berda doz li hunermendan vedike û got, "Em spasiyên xwe li her kesê ku piştgiriya me dike bikin. Dadgerî li şûna ku hunermendan ceza dike bila Orhan bigire. Divê edaletê pêk bîne. Divê êdî doz li kesî veneke. Em edaletê dixwazin."
 
MA / Fethî Balaman