Hejmara 126'an a Kovara Jin der çû

  • jin
  • 12:28 27 Tîrmeh 2025
  • |
img

STENBOL  - Hejmara 126'an a Kovara Jin bi berga "Di Çarçoveya Pevçûn û Bêcezahiştinê de Zarok bûn" hate weşandin. 

Kovara Jin di hejmara 126'an de balê dikişîne ser rewşên ku di pêvajoyên şer û pevçûnan de zarok rastî wan tên û bi polîtîkayên bêcezahiştinê ev rewş çawa tên kûrkirin. Hejmara nû balê dikişîne ser şert û mercên ku zarok di dema şer û pevçûnan de pê rû bi rû dimînin û ka ev rewş çawa ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê girantir dibin.
 
Hemû serenavên di hejmara nû de wiha ne:
 
*Şîrê Qehrê: Zarok vexwerina şîrê qehrê didomînin / Gulan Onkol
 
*Ji Bosnayê Heta Ber bi Rojava ve, di Ceribandinên Çareserî Pevçûnê de Zarok / Çîgdem Ertak
 
*Anotomiya Zêdebûna Îstismara Zarokan / Sevinç Koçak
 
*Encamnameya Konferansa "Di Pêvajoyên Çareseriya Pevçûnê de Zarok"  / Komisyona Zarokan a DEM Partiyê
 
*Di Aştî û Civaka Demokratîk de Zarok / Necla Korkmaz
 
*Fîstanê bi Kulîlk  / Evîndar Dulek