ENQERE - Koma Zayendiya Civakî ya ODTU, ji bo Şûle Çet ya rastî êrîşa zayendî hat û hat kuştin, bi daxwaza cezakirina kujer kampanya “#ŞuleÇetİçinAdalet” dan destpêkirin.
Koma Zayendiya Civakî ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), ji bo Şûle Çet ya rastî êrîşa zayendî hat û hat kuştin, bi daxwaza cezakirina kujer kampanya “#ŞuleÇetİçinAdalet” dan destpêkirin. Piştî li qatê 20'an ê plazayê êrîşa zayendî kirin, wekî ku întîhar kiribe nîşan dan û kuştin. Ji bo kujerê Şule Çet bê kêmkirin bê cezakirin metnek amadekirin û kampanya dan destpêkirin. Bi ser navê “#ŞuleÇetİçinAdalet” kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Heta niha nêzî 50’koman îmze avêt kampanyayê.