‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'

  • jin
  • 09:21 20 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Berdevka Jinan a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Rozerin Çatak, diyar kir ku jin li dijî KHK’ê bi hêza xwe ya xweser di ber xwe didin. 

Bi ilana OHAL'ê û derxistina KHK'yan re 25 hezar jin hatin îxrackirin. Hin jin tev li malên xwe dest bi karên cudra kirin, hin jinên din ku dayik in di malên xwe de hatin hepiskirin. Tekildarî OHAL, KHK û tundiya li ser jinan Berdevka Jinan a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê Rozerin Çatak, nerînên xwe anîn ziman. Çatak, diyar kir ku jin li dijî KHK’ê bi hêza xwe ya xweser di ber xwe didin. Çatak, anî ziman ku ji roja OHAL hatiye îlankirin heta niha her roj bandora xwe li ser jiyanê û civakê zêde dike û wiha got: "OHAL herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Bi OHAL'ê îktîdar dixwaze jinan bike koleyê malê û têxe xizmeta mêr. Bi KHK'ê bi hezaran jin hatin îxrackirin. OHAL bi temamî li dijî mafên karker, çotkar, jin û nirxên civakê ye. Îktîdarê bi 15'ê Tîrmehê berê tîrê xwe daye kedê û destkeftiyên jinan. Bi KHK'yan ji n ji cemaweriyê dûr xistin. Dixwazin jinên kurd bê nasname bihêlin. Ji ber çalakiyên KEK'ê der barê gelek hevalên me yên kedkar de lêpirsîn û doz hatin vekirin. Lê em wekî jin dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ev pêkanîna li ser civakê cezakirina jinê ye." 
 
DIXWAZIN JINÊ DI MALÊ DE HEPIS BIKIN
 
Çatak, destnîşan kir ku ji ber jin li her qadê jiyanê bûne xwedî vîn û li ser piyê xwe radiwestin îktîdar ji vê yeke aciz dibe û wiha got: "Îktîdar armanc dike ku bi temamî jinê bike kolê malê û bîatî mêr bike. Dixwazin jinê bikin koleyê malê." Lê jin her dem di afirîne û dê li her derê di ber xwe bide û pêş bixe. Jin bi hêza xwe ya cewherî xwe bi rêxistin dikin û di ber xwe didin. Ji ber vê yekê dê OHAL û KHK nikare bandorê li ser wan bike. Ji ber ku jinan her dem berxwedan hilbijartiye xwedî hêze ku li dijî KHK şer bike û KHK'yan pûç bike. Ji ber vê yekê her dem OHAL'ê dirêj dike da ku karibe hemû kesên muxalif bêdeng bike. Di demên dawî de çalakiyên jinan zêde dibe. Me ev yek li Enqereyê jî dît. Mafê tu kesî tune li ser navê me biryar bide û bibe xwedî gotin."