Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû

  • jin
  • 09:53 10 Tebax 2018
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bi taybetî piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê zimanê siyasetmedarên li derdora AKP'ê bi awayekî zêde bûye zimanekî zayendiyî û got: "Ji bo têkoşîna li hemberî polîtîkayên yekzilamî rêxistinbûyîn divê. Parastina me ya herî mezin rêxistinbûyîn e." 

Aktivîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan, diyar kir ku piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê pergala zilamî bêtir xwe dide der û bi qanûnên ku tê derxistin re tê xwestin ku mafên ku jinan bi dest xistine tên desteserkirin. Her wiha Gokkan, anî ziman ku di dema xebatên hilbijartinê de zimanekî zayendî bêtir rû daye. 
 
Gokkan, got: "Em jinên TJA'yî misyoneke zêde li parlementoyê bar nakin. Çimkî em behsa parlementoyeke bê erk dikin û parlemnetoya ku erka wê hatbe desteserkirin tê wateya ku erka jinan du qat hatibe desteserkirin. Em jinên hatine hilbijartin, me bi kedeke mezin û tecrubeyeke mezin hilbijartin derbas kir. Di xebatên ji niha û pê ve jî dê rêxistinbûyîn xweparastin be." 
 
‘HEJMARA QOLTIXÊN LI PARLEMENTOYÊ PIRSGIRÊKA JINÊ ÇARESER NAKE' 
 
Gokkan bal kişand ser daxuyaniya jinan ku piştî hilbijartinê dan û got: "Jin, wekî dînamîkeke civakiyî bi kîjan stratejiyan ket hilbijartinê û stratejiyên pergala parlementeriyê ya dewletê... Ev pir girîng in. Çimkî, em bi wê tecrûbeya ku me ji jinên cîhanê jî girtiye dît ku zêdebûna hejmara qoltixan ne çareserî ye. Mînak, li Qetarê di perwerdehiyê de jin di asta bilind de ne. Hema bêje tu jin tune ye ku ne xwende ye, lê bi monarşiyê tê birêvebirin. Liv ir em dibînin ku jin di perwerdehiyê de çawa nêzî ximeta ji bo pergalê dibe. Li Rûandayê ji sedî 69'ê parlementoyê jin in, lê hîn jî pirsgirêka jinan nehatiye çareserkirin." 
 
‘ZIMANÊ ZAYENDÎPARÊZ ZÊDE BÛ' 
 
Gokkan bal kişand ser zêdebûna zimanê zayendîparêz ê di siyasetê de û got: "Me TJA'yê di hilbijartinê de ji bo HDP'ê kampanyayek bi rê ve bir. Me xwesriya jinê û danezana jinê ya hilbijrtinê cihê amade kirin. Sedema vê jî ew bû ku li Tirkiyeyê cara ewil bû ku hilbijartina serkomariyê dihat kirin. Me di kampanyayên hilbijartinê yên yekkesî de dît ku propgandayên newekhev, zayendîparêz çawa hatin kirin. Yanî di hilbijartina serkomariyê ya kesên xwedî îdia û yekkesî de dît ku zimanê zaynedîparêz çawa zêde xwe da der. Nemaze jî di dema kampanyayê de kampanyayên di çarçoveya têkiliyên malbatan de hatin kirin. Me jinan piştî hilbijartinê nirxand ku zimanê zayendîparêz çawa û çima evqaas derket holê." 
 
Gokkan, bilêv kir ku beriya hilbijartinê bi awayekî zêde êrîş li destkeftiyên jinan dihatin kirin û got: "Li her derê civînên jinan hatin çêkirin. Helbet hêlên em têde kêm mane û divê rexneya wan bê dayîn hene. Lê belê, me dît ka bi qeyûman civak çawa bi paş ve hatiye kişandin. Feraseta serdest a mêrî, di qada siyasî de di bin tesîra yekzilamî de ma û me dît çawa propagandayeke zayendîparêz kiriye. Di vê hilbijartinê de bi taybetî me dît ka faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî jinan çawa tev geriyaye." 
 
'PARASTINA ME YA HERÎ MEZIN RÊXISTINBÛYÎN E' 
 
Gokkan, destnîşan kir ku di nîqaşên ku TJA'yê kirine de dahuraninên cidî hatine kirin û di van dahurandinan de derketiye holê ku di qadên civakî, aborî, çandî, tenduristî û hiqûqê de bêyî ku dînamîka civakiyî di siyasetê de bê asêkirin dê çawa rêxistinbûyîn bê kirin û got: "Nemaze şideta li hemberî jinê zêde bûye û ev yek têkildarî pergala hiqûqê ya dewletê te. Ji bo têkoşîna li hemberî vê hiqûqê, rêxistinbûyîn divê. Di siyasetê de jî ji bo li dijî polîtîkayên tejîma yekzilamî, rêxistinbûyîn divê.  Parastina me ya herî mezin rêxistinbûyîn e." 
 
‘JINÊ BI NAVA PERGALÊ VE DIKIŞÎNIN' 
 
Gokkan, destnîşan kir ku li hemberî polîtîkayên şerî jî rêxistinbûyîn bivê nevê ye û got: "Di dema xebatên hilbijartinê de me dît ku bê jin li hemberî polîtîkayên şerî jî çawa tev digerin û xwedî tecrûbeyeke hîmdar in. Mînak, bi wêneyê Tayyip Erdogan gelek pankarta hatibûn daliqandin hebûn; 'jina hêzdar, civaka hêzdar'. Ev gotin ji jinan hatiye dizîn. Bi diziyê jinan bi nava pergalê ve dikişînin û dixwazin têxin xizmeta feraseta serdest a mêrî." Gokkan, anî ziman ku bi dirûşmeyên ku ji jinan didizin, serê jinan tev li hev dikin û serê jinan tev li hev dikin û wekî ku doza azadiya jinan dikin xwe nîşan didin.