Li Efrînê 3 jin hatin revandin

  • jin
  • 16:52 25 Tebax 2018
  • |
img
EFRÎN - TSK û komên girêdayî wê keçek ji êla El-Emîrat a Kantona Efrînê revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê girtin. Her wiha 2 jinên din jî hatin revandin têkildarî aqûbeta wan tu agahî nehatin bidestxistin. 
 
Li gorî çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa ANHA'yê re ragihand ku endamek koma bi navê Firqet Mûrad El-Sultan ên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) beriya du rojan keça bi navê Ayişe Abdulnasir (20) ji taxa E-Mehmûdiye El-Zeydiye revand û li beramberî berdana wê 5 milyon lîreyên Sûriyeyê ji malbata wê girtin.
 
Çavkanî tekez kir ku dema ew keç ji mala xwe ber bi mala kalikê xwe ve di heman taxê de diçû, ji aliyê endamên koman ve hat revandin.
 
Çavkanî destnîşan kir ku beriya du mehan koman jina bi navê Ayişe Laqif û keça welatiyê bi navê Yûsif El-Hedîdî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin û heta niha tu agahî der barê wan de nehatiye bidestxistin. 
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Efrînê rojane revandin, kuştin, îşkencekirin ji aliyê endamên koman ve li ser sivîlan tê kirin û li beramberî berdana sivîlan pereyên zêde ji malbatên wan tên xwestin.