Jinên Amedî: Kirîza aborî bandonek neyînî li ser jiyanê dike

  • jin
  • 10:13 28 Tebax 2018
  • |
img
AMED - Jinên li taxa Kaynartepe ya Navçeya Rezan a Amedê dijîn, bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku krîza aborî bandorek neyînî li ser jiyana wan dike. Jinan da zanîn ku ciwanên wan ji ber xizanî û betaliyê fêrî tiryakê dibin û sedema vê yekê Tayyip Erdogan e. 
 
Kirîza aborî her kesî dixe bin bandora xwe. Li taxa Kaynartepeyê ya Rezan a Amedê, jinan bal kişandin ser bandora kirîza aborî û bertekên xwe yên li dijî hikûmetê anîn ziman. Jinan, diyar kirin ku sedema kirîza aborî Erdogan bixwe ye û wiha gotin: "Serokomar Edogan hem kirîza aborî pêş dixe, hem jî li kolanan pêşiya tiştên xerab vedike. Ciwanên betal fêrî tiryakê dibin. Welatiya Taxa Kaynartepe Cemîle Aktay, diyar kirku Kirîza aborî bandoreke mezin li wan dike û got: "Dolar rabû qîmeta Tl nema. Xwarin û vexwarin buha bû. Hemû pêdiviyên jiyanî buha bûn. Dibêjin kirîza aborî tune. Ma çawa tune ye? Ev çi halê me ye? Kar û debar tune ye. Ciwan betal in. Dest bi tiryakê dikin." 
 
'CIYAN JI BETALIYÊ TIRYAKÊ DIKIŞÎNIN'
 
Aktay, destnîşan kir ku gelek caran şîva şevê nabîne û birçî radizê. Ji ber kar tune û ciwan betal in karê xerab dikin. Lêçûn zêde ye, lê hatin tune ye. Debar pir zehmet e. Em bi 200-300 TL diçin bazarê. Em nikarin pêdiviyên xwe bistînin. 2 kîlo bacan, 2 kîlo kartol, 2 kîlo îsot û pîvaz em dikirin pere xelas dibe. Ev jî tenê têra şîva şevekê dike. Hin caran 50 tl di beriya me de tune ye. Xanî kirê ye, av, ceyran, sotemenî tev bi pereyan e. Li Tirkiyê kirîzeke mezin heye. Erdogan hemû tiştê sincê civakê xera dike serbest kiriye. Ciwan esrarê dikişînin. Ciwan li kolanan tiryakê dikişînin." 
 
'JI BER KIRÎZA ABORÎ ME CEJN PÎROZ NEKIR' 
 
Welatî Turkan Îlkhan jî bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û wiha got: “Kirîz heye zem heye. Em tev ji ber kirîza aborî perîşan bûne. En nizanin dê çi bikin. Em nikarin kîloyek goşt bistînin. Li aliyekî deyn, li aliyekî debar me perîşan dikin. Zem heye, lê kar tune. Em nikarin pêdiviyên xwe û zarokên xwe temîn bikin. Zivitanî em li ber sermayê, havînî em li ber germê dijîn. Em nikarin klîmayek bistînin. Dolar zêde bû qirîz mezin bû. Cejna qurbanê derbas bû me tiştek ji xwe û zaroka xwe re nesitend." 
 
'SEDEMA KIRÎZÊ ERDOGAN E' 
 
Welatiya taxê Nezahat Bîtmîş jî xaniyê wê di qedexeya Sûrê de hat xerakirin. Bîtmîş, anî ziman ku 3 keçên wê astegdar in 13 kuflet in û tenê hevjînê wê debara wan dike. Bîtmîş, da zanîn ku ji ber ew kurd in rastî neheqiyê tên û wiha axivî: “Debara me nabe. Tenê kesek debara me dike. Zarokên min astengdar in. Em ji ber şerê Sûrê perîşan bûn hatin ketin xaniyê kirê. Niha debara me nabe. Sedema kirîzê Erdogan e. Tenê li xwe difikire. Dolar bilind dibe tiştek bi wan nayê. Tiştek bi zengînan nayê. Her tişt bi xizanan dibe. Dixwazin kurdan bixapînin. Lê êdî kurd naxapin û dengê xwe didin xwe." 
 
SÊ XUŞK JÎ ASTENGDAR IN 
 
Keça Bîtmîş Arzû Bîtmîş  a astengdar jî anî ziman ku ew 3 xuşk astengdar in û wiha got: "Tenê bavê min debara me dike. Bavê min, debara 3 malan dike. Rojekê kar heye rojekê tane ye. Ji ber bihabûnê bavê min nikare pêdivîyên me pêşwazî bike. Ev kirîz Erdogan bi xwe derxistiye. Tenê li xwe difikire."