Jinên êzidî li nav dilê DAIŞ’ê al çikandin

  • jin
  • 10:50 24 Cotmeh 2017
  • |
img

REQA – Jinên êzidî bersiv dan pêkanînên DAIŞ’ê yên li dijî jinên êzidî û hêza jinên êzidî YJŞ’ê li nav dilê DAIŞ’ê li nîveka Reqayê ala xwe çikand. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) piştî 135 rojan Reqayê ji dîl girtina 5 salan DAIŞ’ê rizgar kir. Di 17’ê cotmehê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) azadiya Reqayê ji hemû cîhanê re ragihand û diyarî hemû jinên cîhanê kir. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jî ji bo rizgarkirina jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de dîl girtî mil da milê YPJ’ê û mohra xwe li berxwedanek dîrokî da. Şervanên jin ên êzidî gotin “Me hesabê jinên xwe yên dîl girtî pirsî” û ala xwe li nîveka Reqayê çikandin. 
 
LI MEYDANA KOLETIYÊ WÊNEYÊ DÎROKΠ
 
Şervanên YJŞ’ê ku bi sedan jinên êzidî ji zilma DAIŞ’ê rizgar kirin ji bo tohildanê li bazara kolebûnê ya li Meydana El Neîm a li nîveka Reqayê ala wan ba dibe. Jinên dîl girtî yên êzidî ku hatin rizgarkirin pêl bi pêl şandin Şengalê. Piştî şervanên YJŞ’ê erka xwe ya dîrokî temam kirin vegeriyan Şengalê. 
 
EM Ê JINÊN MAYÎ JÎ RIZGAR BIKIN 
 
Şervanên YJŞ’ê ku vegeriyan Şengalê bi kelecanek heybet hatin pêşwazîkirin. Şervanên êzidî diyar kirin ku ew ê ji bo jinên din dîl girtî di destê DAIŞ’ê de dê şer bikin û wan rizgar bikin. Şervanên YJŞ’ê xwe amade dikin ku beşdarî pêngava Dêra Zor jî bibin. 
 
MA / Nazim Daştan