'Em ê li dijî tundiyan parastina çewherî pêş bixin’

  • jin
  • 14:37 23 Îlon 2017
  • |
img

ENQERE- Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di çalakiya kompanyaya “Wisa naçe, jin destûr nadin” de axivî û diyar kir ku her diçe zayentperestî û faşîzm xwe bi sazî dikin.

 
Meclida Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Enqerê di çarçovaya kampanyaya “Wisa naçe, jin destûr nadin” de bi şîara “Ji şer û tezkereyê re na” çalakî li darxist. Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, Endamên Meclisa Jinan û gelek jin amade bûn. Jinan pankartên “Em li dijî komkujiyê jinane”, “Wisan naçe, jin destûr nadin” û wêneyên siyasetmedarên jin ên girtin vekirin.   Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Besîme Konca axivî û diyar kir ku li dijî têkoşîna bi salen a li Tirkiyeyê dimeşîn in, sazibûyîna zayendî û faşîzm mezin dibe û wiha got: “Hişmendiya desthilatdar a zilam û faşîzmê ketine pozîsyona xwe parastinê. Em ê li dijî hemû tundiyên li ser jinan parastina xwe ya çewherî pêş bixin.”
 
'EM TÊKOŞÎNÊ HEVPAR Û MEZIN BIKIN'
 
Konca da zanîn ku ew ê vê pêvajoya zor û zehmet bi hev re derbas bikin. Konca anî ziman ku di şerê li Tirkiyê de herî zêde jin bi bandor bûn û wiha domand: “Di hemû çalakiyên me de dewletê planên hîn zêdetir çawan êrîş bikin derxistin holê. Divê em jî têkoşîna xwe hevpar û mezin bikin.  
 
Konca di dawiya axaftina xwe de tezkeriya derveyî sînor a bê meclisê şermezar kir.