Jinên SES'î dê komcivîna 'KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî'yê li dar bixin

  • jin
  • 09:20 23 Cotmeh 2018
  • |
img

ENQERE - Endamên jin ên SES'ê, dê di navbera 27-28'ê Cotmehê de bi sernavê "KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî" komcivînekê li dar bixin. 

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) dê di navbera 27-28'ê Cotmehê de li Enqereyê bi sernavê "KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî" komcivînekê li dar bixe. Di civînê de dê îstiihdamkirina jinê bê nîqaşkirin. Komcivîn dê li Akar Otelê bê lidarxistin. 
 
Di civînê de jin, dê tesîra veguherandina li cemaweriya ya li kargehê li kedkaraên tenduristî û xizmeta civakî dike di bin ser navên "Rejîma Personelên Cemaweriyê, Xebata Peymandanî, Bihadanîna Li Gor Performansê, Karê Di Stetuyên Cuda De Tê Kirin, Taşeronî, Bêtemînatî, Stratejiyên Rêxistinkirin û Têkoşînê" nîqaş bikin. 
 
Dê di bin navê Ciyawazî û Newekheviyê Ji Ber Rolên Cinsiyî yên Civakiyî rû didin de jî sernavê "Berpirsiyarên Lênerînê" û "Li kargehê berpirisyariya jinan a ji bo lênerîna jinan çawa pêk tê, jin çi hîs dikin? Wexta nikarin bişînin kreşê, zarokan datînin cem kê, çawa tên xweyîkirin? Pêdiviyên zarokên diçin dibistanê çi ne? Çawa tên xweyîkirin?" bên nîqaşkirin. 
 
Dê di bin sernavê "Nirxandina pêşniyarên lênerîna ji bo zarokan a îktîdarê" de jî şert û mercên xebatê bên nîqaşkirin û dê di vê beşê de li ser mijarên wek "Karbeşiya zayendîparêz", "Tayînkirin û Terfî", "Şidet, Mobbîng û Taciz" bên nîqaşkirin. 
 
Her wiha dê di vê komcivînê de jin li ser mijara "Polîtîkayên Çewisîner ên Rejîma Nû ya Otorîter Tesîreke Çawa Li Kedkarên Jin Ê Cemaweriyê Dike?" jî hûr bibin. 
 
 
Di komcivînê de dê jin astengiyên li pêş xebatên sendîkayî û tesîrên polîtîkayên olî yên li ser xizmeta tenduristiyê jî bên nîqaşkirin û piştî van nîqaşan dê jinên SES'î stratejiya xwe ya ji bor êxistinbûyîn û têkoşînê diyar bikin. Dê di 25'Ê Mijarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê û 8'ê Adarê Roja Jinan starta xebatên xwe bidin. 
 
MA / Berivan Altan