‘Bi qanûnan hewl didin jinan hewceyê zilaman bikin’

  • jin
  • 10:40 27 Cotmeh 2018
  • |
img

AMED – Endama Meclîsa HDP’ê Gulsen Ulker, diyar kir ku sererastkirina qanûna rakirina debarê ji polîtîkayên zayendperest ên hikumeta AKP’ê ne cudaye û got: “Hewl didin bi qanûnan jinan hewceyê zilaman bikin û jin nekarin ji derveyî daxwazên zilaman derbikevin.” 

Nîqaşên derbarê “Sererastkirina mesrefê” ya piştî hevberdanê ji bo jinan tê dayîn, berdewam dikin. Ev serastkirin rastî bertekên tund ên rêxistinên jinan hatin. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Gulsen Ulker, guhertinên di sererastkirina mesrefê de bên çêkirin û qanûn desthilatdariyê li dijî jinan derxistine nirxandin. 
 
Ulker, diyar kir ku AKP bûye sedama tundiya li ser jinan zêdetir bibe û wiha axivî: “Ji bo astengkirina tundiya li ser jinan tu bernameyekê AKP’ê tuneye. Sererastkirina qanûna rakirina debarê ji polîtîkayên zayendperest ên hikumeta AKP’ê ne cudaye. Bi gotinên rêxistinên jinan ên alîgirên AKP’ê, propagandeya rakirina mesrefa jinan tê bi rêve birin. Bi zanebûn dixwazin vê qanûnê derbixin. Ji xwe li Tirkiyeyê, mesrek daîmî tuneye. Di vî warî de qanûn hene. Di hevberdanê de, rewşa aborî ya her du aliyan jî tê nirxandin û li gorî wê biryara mesref dayînê tê girtin. Ev qanûn tenê jinan eleder nake. Dikarin mesrefê dibin zilam jî û ji xwe navê vê qanûnê mesrefa xizantiyê ye. Gel jin dema dizewicin, necar dimînin ku dest ji karê xwe berdin. Keda ku jin dinava malê de dide pir mezine. Lê bêyî ku ev ked bê berçav girtin, dixwazin têgiha jin ji zilam pere digire bidin avakirin.” 
 
‘DESTHILATDAR BERXWEDANA JINAN CEZA DIKE’ 
 
Ulker, anî ziman ku di saya têkoşîna jinan a di salên 2000’î de dest pê kir, gelek mafên jinan hatin bi dest xistin û wiha bilêv kir: “Lê bi qanûnan gelek mafên jinan qezenc kiribûn, ji wan hat girtin. Desthilatdariya AKP’ê ji roja bûyî desthilatdar, tim xwestiye cureyeke jinê ya li gorî xwe ava bike û kolekirinê de israra dike. Êdî hemû kes jî dizanin kuştinên jinan ne tesadufin. Desthilatdar ji bo têkoşîn û berxwedana jinan bişkîne, her roj bi êrîşek nû êrîşî jinan dike. Bi van qanûnên zayendperest ên dixwazin derbixin, berxwedana jinan ceza dikin. Ji bo ku ev qanûn neyên erê kirin û keda jinan neyê xwarin, em ê têbikoşin û mafê jinan  ber bi wejdana hişmendiya paşvero ya zilaman ve bernedin.”