Şaxa Malajiyanê ya Riha rêveberiya xwe ya nû ava kir

  • jin
  • 15:36 28 Cotmeh 2018
  • |
img
RIHA - Şaxa Komeleya Piştevahiya Jinan a Malajiyanê ya Riha, di Kongreya xwe ya Asayî ya 8’emîn de rêveberiya xwe ya nû ava kir. 
 
Şaxa Komeleya Piştevahiya Jinan a Malajiyanê ya Rihayê, Kongreya xwe ya Asayî ya 8’emîn pêk anî. Kongre li Şaxa Komeleyê pêk hat û gelek rêxistinên civaka sivîl û jin beşdar bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê kongreyê destpê kir. Dûre Sevînç Îzol Ozîpek axaftinek kurd kir û wiha  got: “Malajiyanê bi projeyên xwe li qadê bû sedem ku dîtbar bibe. Lê bi pêvajoya dawî re, êrîş û zext zêde bûn. Ji ber pêvajoya heyî daketina qadê û bi jinan re xebat meşandin, bi serê xwe pirsgirêk bû. Lê ligel hemû pirsgirêkan jî jinan xebatên xwe berdewam kirin.”
 
Piştî axaftina Ozîpek, raporên faliyet û aboriyê hatin xwedin. Dûre jî desteya rêveber a nû hat eşkereke kirin. 
 
Navê jinên ji bo desteya rêveber hatin hilbijartin wihane: Berfîn Polat, Dilşa Yucel, Muzeyyen Polat, Sevînç Îzol Ozîpek, Serpîl Geyîk, Dîlek Polat û Adalet Saraçoglu.