‘Divê rêxistinbûyîna jinên elewî hebe'

  • jin
  • 09:06 31 Cotmeh 2018
  • |
img

STENBOL - Pirtûka "Alevî Kadinlar; Vardik, Variz, Var Olacagiz" wê di meha Mijdarê de li pirtûkfiroşan be. Nivîskar Gulfer Akkaya di pirtûkê de zayendîparêziya di rêxistinên elewiyan de rexne kiriye û dibêje: "Divê rêxistinbûyîna jinên elewî jî hebin." 

 Pirtûka "Alevî Kadinlar; Vardik, Variz, Var Olacagiz" (Jinên Elewî; Em Hebûn, Hene, Em ê Hebin) a Gulfer Akkaya dê di meha Mijdarê de li pirtûkfiroşan be. Pirtûk bi beşên "Dagiriya herî kevn, têkoşîna herî kevin", "Wekheviya jin-mêr a di elewîtiyê de ji ku tê?" û "Dê Jinên elewî çawa hêzdar bibin?" di elewîtiyê de bal dikişîne ser rewşa jinbûnê. 
 
‘DIVÊ NASNAMEYA JINÊ BÊ LÊPIRSÎNKIRIN' 
 
Akkaya, diyar kir ku pirtûk ji sê beşan pêk tê û di beşa ewil de tevî nasnameya elewîtiyê nasnameya jinê jî tê lêpirsînkirin. Akkaya, destnîşan kir ku zemîna hevpar a jinan jinbûn e û qenaeta wê ew e ku jinên elewî jî ji şideta mêr xelas nebûne. Akkaya, bilêv kir ku divê jinên elewî jî li hemberî partriyarkayê bitêkoşin. Akkaya, diyar kir ku baweriya elewîtiyê baweriyeke jinane ye û pirtûka wê bal dikişîne wekhevîbûna di elewîtiyê de jî. Akkaya got: "Min xwest bi vê pirtûkê ji jinên elewî re diyar bikim ku elewîtî baweriyeke jinane ye û di dema têkoşînê de divê xwe bispêrin vê yekê." 
 
'DIVÊ RÊXISTINBÛYÎNA JINÊN ELEWÎ HEBE' 
 
Akkaya, destnîşan kir ku pratîka herî xurt di têkoşîna cinsî û nasnameyê ya jinên kurd de xwe dide der û got: "Wexta jinên kurd ewilî hatin gel hev û xwe birêxistin kirin, li hemberî dewletê têkoşiyan. Lê dîtin ku ji bo nasnameyê tenê têkoşîna li hemberî dewletê ne mimkun e. Çimkî li nav malê jî çîrokek heye. Paşê dîtin di partiyên siyasî yên kurdan de jî di warê rolên jinbûn û mêrbûnê de pirsgirêk hene. Loma di te gera kurd de qadên rêxistinbûyînê yên jinan çêbûn. Bi heman awayî di divê rêxistinbûyîna jinên elewî jî çêbibe. Divê ev rêxistinbûyîn hem gotina xwe ji dewletê hem jî ji mêran re bibêje." 
 
‘MIN PIRTÛK BI METODOLOJIYA FEMÎNISTIYÊ NIVÎSAND' 
 
Akkaya, anî ziman ku wê pirtûk bi metodolojiyeke feminîst nivîsandiye û got: "Çimkî dema hûn der barê jinan de lêkolînekê bikin, divê ev yek bi vî awayî bê kirin. An jê dê xebata we wekî xebateke ji bo qadeke zayendîbûyîn lê tune be bê fêmkirin. Ev ne rast e. Wexta em li ser hiyerarşiya di navbera zayendan de hûr bibin, em mecbûr in li polîtîkayên di van qadan de derketine pêş de jî binerin. Divê em bibînin ka agahî çawa hilberinadine û bi awayekî serbixwe çawa xebitîne. Loma divê xebatên di warê jinên elewî de li ser vê zemînê bin. Bi vê metodolojiyê giham encama ku elewîtî baweriyeke jinane ye." 
 
MA / Necla Demir