Wezareta Karên Hundir: 393 jin di êrîşa navxweyî de jiyana xwe ji dest dan

  • jin
  • 14:01 2 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku di sala 2017'an de 133 hezar û 809 jin, di 7 mehên sala 2018'an de jî 96 hezar û 417 jin rastî tundiyê hatine û ji jinên rastî tundiyê hatine jê 393 jinan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Parlamenterê CHP'ê yê Nîgdeyê Omer Fethî Gurer, ji Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu xwest ku têkildarî tundiya li dijî jinan û encama tundiyê pirsên wî bibersivîne. Piştî Wekîl pirsname da wezîr, wezîr soylu pirsên wekîl bersivandin. Li ser pirsên Wekîl Gurer, Soylu bersîv da û wiha got: 
 
Di sala 2017’an de 133 hezar û 809 jin rastî tundiyê hatin. Soylu, anî ziman ku di 7 mehên ewil ên 2018'an de jî 96 hezar û 417 jin rastî tundiya mêr hatine. Soylu da zanîn ku di salek û nîvek dawî de 393 jinên rastî tundiyê hatin jiyana xwe ji dest dane. Soylu da zanîn ku di sala 2017'an û 7 mehên isal de bi giştî 393 jinan jiyana xwe ji dest dan. 
 
 
‘HER ROJÊ 400 JIN RASTÎ TUNDIYÊ TÊN'
 
Wekilê CHP’ê Gurer jî piştî bersîva Soylu agahî û îstatîstîk bi cemaweriyê re parve kirin û wiha got: “Li gorî daneyên hatin parvekirin li welatê me her rojê 400 jin rastî tundiyê tên. Dîsa di nava sal û nîvek dawî de bi giştî 393 jinên rastî tundiyê hatin jiyana xwe ji dest dan. Li welatê me her ji 3 rojan 2 jin tên kuştin."