Lijneya Stargehên Jinan dest pê kir: Divê em pêşeroja xwe ava bikin

  • jin
  • 14:26 3 Mijdar 2018
  • |
img
MUGLA -  Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Ferîde Eralp di 21’emîn Lijneya Navenda Piştevanî û Stargehên Jinan de axivî û got: “Tenê gotina em hene têrê nake. Divê me pêşeroja xwe jî ava bikin.”
 
21’emîn Lijneya Navenda Piştevanî û Stargehên Jinan bi daxwaza “Cîhanek bê stargeh’ li Otela Azka ya navçeya Bodrum a Muglayê hat lidarxistin. Ji 25 bajaran, nûnêrn sazî û rêxistinên jinan beşdarî lijneyê bûn. Bi giştî 205 jin beşdarî lijneyê bûn. Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Bodrumê Ferîde Eralp axiftina vekirinê ya lijneyê kir.  
 
JIN DÊ BIRYAR BIDIN
 
Eralp, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên vegugeherin, ji bo avakirina dewlet û pergalek nûye û wiha got: “Pergal çi dibe bila bibe, bi kîjan awayî dixwaze bang bike bila bike, kes nikare pirsa dê jin çawan bijîn bike. Siyaseta zilam û dewleta zilam, dixwaze mafê jinan dewrê xwe bikin. Ji dîrokê û vir ve em jin bixwe van mafên xwe ava dikin. Siyaseta zilam weke her carê îro jî jinan kole dixwaze. Lê em ê van nêzîkatiyan qebûl nekin.”
 
'EM PÊŞEROJA XWE AVA BIKIN'
 
Eralp, da zanîn ku sekna femînîzmê jiyanek nû avakiriye û wiha bi dawî kir: “Polîtîkayên femînîst, tundiya zilam a li dijî jinan weke sûc dibîne. Tenê gotina em hene têrê nake. Divê me pêşeroja xwe jî ava bikin.”