Uca: Têkoşîna demokrasiyê didome azadî nêzîk e

  • jin
  • 14:23 4 Mijdar 2018
  • |
img
 ÊLIH – Li Êlihê salvegera girtina parlamenterên HDP’ê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bang saziyên navnetewî kir û xwest li dijî operasyonên desthilatdariyê yên li dijî mafê mirovan û demokrasiyê rawestin û got têkoşîna wan didome û azadî jî nêzîk e.
 
 Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê bi boneya salvegera 4’ê Mijdara 2016’an ku Hevserokê Giştî yên HDP’ê yên bere Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di nav de parlamenterên HDP’ê hatin girtin bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê pêk hat û pankartê ji wêneyê wekîlên girtî pêk hat hildan. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Hevseroka HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik, rêveberên HDP, DBP, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
 UCA DMME HIŞYAR KIR
 
 Di daxuyaniyê de ewil Feleknas Uca axivî û destnîşan kir ku vîna bi milyonanan mirovan ji aliyê AKP’ê bi êrîşek siyasî hatin girtin û tevî ku îro du sal xelas dibe jî hêj dij hiqûq girtina wan didome. Uca bang li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kir û wiha bang li DMME’yê kir: “Em bi munasebeta vê rojê carek din bang li DMME’yê dikin ji bo wekîlên me bên berdan serlêdan hat kirin. Lê hêj DMME’yê vê serlêdanê ne pejirandiye. Demek dirêje Ewropa bêdeng e. Dîsa jî em bang li hemû parlamenterên ewropî û dadgehên navnetewî dikin ku dibêjin demokrasi heye, keremkin vê siyaseta dagirker û êrîşkar a AKP’ê rawestînin û bêjin êdî bes e. Em helwesta Ewropayê jî li hember mafê mirovan û demokrasiyê qebûl nakin.”
 
 ‘AZADÎ NÊZÎK E’
 
Uca axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hebûn, em ê hene û em ê hebin. Tu carî bi van girtinan ev têkoşîna nayê sekinandin û dê ev têkoşîn dewam bike. Îro têkoşîna bi milyonan kes li kolanan dewam dike û azadî nêzîk e.”
 
 ‘BERXWEDANA TOPYEKÛN WÊ HEBE’
 
 Piştî Uca Alîkarê Hevserokên HDP’a Êlihê Mahîr Beklevîş jî daxuyanî xwend û wiha got: “Li dijî tasfiyeya siyaseta demokratîk berxwedanek topyekûn heye. Têkoşîna me ya dê van êrîşan û pêngavan val derxe didome. Em vê êrîşa darbeya siyasî ya li dijî wekîlên me yên vîna gel şermezar dikin. Em di salvegera darbeya siyasî de carek din dibêjin, em ê qet teslîmî operasyonên tasfiyeya siyaseta demokratîk û zilmê nebin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Êrîş nikarin me bêzar bikin” bi dawî bû.