Nûnerên saziyên jinan ên hatin girtin: Em bi hev re bihêztirin

  • jin
  • 09:19 7 Mijdar 2018
  • |
img

MÛGLA - Bi sedan jinên bi daxwaza "cîhaneke bêstargeh" hatin cem hev destnîşan kirin ku dem jin li cem hev re bibin, dengê wan bilndtir derdikeve. 

Kongreya 21'emîn a Navendên Stargehên Jinê û Piştevaniyê, bi daxwaza "cîhaneke bêstargeh" li Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Bodrûmê pêk hat. Ji 25 bajaran nûnerên sazî û rêxistinên jinan jî di nav de 205 jin tev li kongreyê bûn û kongre 3 rojan dewam kir. Li kongreyê polîtîkayên dewletê yên ji ber têkoşîna li hemberî şideta mêr a li dijî jinê, bi şideta mêr tengbûna qadên têkoşînê, îstismar û şideta zayendî hatin nîqaşkirin. 
 
Piştî nîqaşan jin li hemberî "sererastkirina nafaqeyê" li ber Dara Jinê ya Qada Bodrûmê hatin cem hev û bi dirûşmeya "Ne nafaqe, şidetê asteng bike" çalakî li dar xistin. 
 
Nûnerên Komeleya Jinê ya Wanê (VAKAD), Komeleya Jiyanê ya Jinê ya Semsûrê û Komeleya Jinê ya Selîsê jî tev li kongreyê bûn. 
 
'PIŞTÎ 2 SALAN ŞÛNDE DENGÊ ME GURTIR DERKET' 
 
Aktîvîsta VAKAD'ê Songul Ozînver, destnîşan kir ku tevî hemû zor û zemhetiyan jî jin hatin gel heve. Ozînver, diyar kir ku piştî VAKAD bi KHK'ê hat girtin ew xebatên xwe bi awayekî serbixwe dike û got: "Wekî her salê îsal jî em di kongreyekê de hatin gel hev. Piştî kongreyê me hemû jinan ji bo çapemeniyê daxuyaniyek da. Yanî piştî Wanê cara ewil e qelebalixiyeke wisa çêdibe û me di vê çalakiyê de dirûşmeyên xwe berz kirin. Bi rastî jî min ferq kir ku bê çiqasî min bêriya kuçeyan kiriye. Helbet derfetên Wan û Bodrûmê ne wek hev in. A rast em tim dibêjin 'dema jin li cem hev bin hêzdar in' û me careke din dîr bê ev dirûşme çi qas girîng e. Li Wanê dengê me pir dernediket. Lê li vira me jinan deng û îtirazên xwe kirin yek me çalakî li dar xist. 2 sal bûn tiştên me ketibûn ser hev û me bi van re got 'em li vira ne, em ê li vir bin.'" 
 
Ozînver, anî ziman ku jinan di kongreyê de bal kişandiye ser gelek mijaran û ew ê beriya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê û Piştevaniyê giştînameyekê parve bikin. Ozînver ji bo 25'ê Mijdarê got: "Daxwaza jiyaneke bêstargeh dikim û ji bo vê ji bo têkoşînê bang li hemû jinan dikim." 
 
'ME XWEST EM ÇALAKIYEKE BI VÎ RENGÎ LI SEMSÛRÊ JÎ LI DAR BIXIN' 
 
Xebatkara Komeleya Jiyanê ya Jinê ya Semsûrê Fahriye Dûrmûş jî, diyar kir ku kongre pir baş derbas bûye û ji roja ku komeleya wan hatiye girtin heta niha wan bia wayekî giştî çalakiyek li dar nexistibû. Dûrmûş got: "Kongreya me ya beriya 25'ê Mijdarê pir baş derbas bû. Piştî roja ewil bi şev em daketin kuçeyê û me dengê xwe kir yek. 2 sal bûn em tije bibûn, min ev yek dît. Mixabin wekî li vir em nikarin li Semsûrê çalakiyeke wisa li dar bixin, ji ber çewisandinan. Dil dixwest em çalakiyeke bi vî rengî li Semsûrê jî li dar bixin. Li vir çewisandin hindik bû, me dengê xwe bilind kir. Ji roja ku komeleya me hatiye girtin em nikarin çalakiyeke wisa li dar bixin." Dûrmûş ji bo 25'ê Mijdarê jî got: "Rojek be jî hêvîdar im jin di şert û mercên azad de bên cem hevdu." 
 
NÎQAŞ HATIN KIRIN 
 
Xebatkara Komeleya Jinê ya Selîsê Emîne Esmer jî, diyar kir ku hatina ev qas jin hêz daye wê. Esmer, destnîşan kir ku li Amedê şert û mercên çalakiyeke bi vî rengî tune ye û got: "Dawî li Rewşa Awarte hat, lê li herêmê di pratîkê de hîn jî dewam dike. Em jinên ji herêmê hatin kongreyê jî me behsa saziyên hatine girtin û piştî tayînkirina qeyûman çi qewimiye kir. Nîqaş hatin kirin. Me destnîşan kir ku piştî tayînkirina qeyûman, çawa midûrên mêr tayînî cihên jinan hatine kirin. Beriya 25'ê Mijdarê hatine cem hev a evqas jinan pir girîng e. Bawer im dê li ser vî esasî jin bi reng û dengê xwe di 25'ê Mijdarê de jî dakevin kuçeyan." 
 
MA / Nimet Olmez