180 roj in di çalakiyê de ye: Ez ê paşve gavan neavêjim

  • jin
  • 09:36 27 Cotmeh 2017
  • |
img

DUZCE - Endezyar Alev Şahîn a bi KHK'ê hat îxrackirin, 180 roj in di çalakiyê de ye û dixwaze vegere karê xwe. Şahîn a ji ber di çalakiyê de ye rastî êrîşan tê got ku "Em ê ji têkoşîna xwe ya mafdar gavan paşve neavêjin."

Alev Şahîn dema li Miduryeta Bajêr a Bajarvanî û Derûdorê de li Duzceyê dixebitî, bi Biryara di Hikmê Qanûnî (KHK) ji kar hat derxistin, 180 roj in li ser kolana herî qelebalix a Duzceyê bi pankarta "Ez karê xwe û nanê xwe dixwazim" di çalakiyê de ye. Çalakiya ku gel jî piştgiriyê didê, di roja 176'an de kesekî êrîşê wê kiriye. Kesê êrîşê Şahîn kir got ku "Em ê nehêlin tu li vir daxuyaniyê bidî." Li ser bertekên welatiyên li derûdorê, kesê êrîşkar paşve gav avêt û ji herêmê dûr ket.
 
'MIN ÊVARÊ AXAFTIN DIKIR' 
 
Şahîn bal kişand ser roja êrîş pêk hatî û ev tişt got: "Di roja 176'an a berxwedanê de min wekî her rojê li cihê berxwedanê cihê xwe girt. Her sibeh min dest pê dikir û heta saet 18.00'ê êvarê min çalakî dikir û êvarê jî min der barê kar û têkoşîna kedê de axaftin dikir. Dema min axaftin dikir, hin kes li dora min kom dibûn. Carnan kesên bertek, carnan jî kesên piştgirî didan hebûn. Ez cara yekemîn ew qas bi helwesteke 'wêrek' re rû bi rû mam."
 
ÊRÎŞÊ GOTINÊN 'ŞOREŞGER Û DEMOKRAT' KIR
 
Şahîn destnîşan kir ku kesê êrîşkar destpêkê wekî kesekî ji bûyerê ne hayadar e, bi meraqî bala xwe dayê û wiha pê de çû: "Êrîşkar nêzî min bû û wekî ku tiştekî nizane xwe da nîşan û got ku 'Li vir çi dibe?' pirs ji min kir. Min jî dest bi vegotina rewşê kir, piştî min gotina 'têkoşîna kedkarên cemaweriyê yên demokrat û şoreşger' kir, pirsa 'Hûn çi dibêjin?' ji min kir. Bi vê re min dizanibû ku helwesta wî ne baş e." Şahîn da zanîn ku ji helwesa êrîşkar diyar bûye ku dê êrîşê wê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Destpêkê êrîşkar got ku 'Hûn kê ne li vir diaxivin. Em nahêlin hûn li vir daxuyaniyê bidin.' Min jî bi hevalên xwe yên li wir re berteka xwe da nîşan."
 
'POLÎS LI DERÛDORÊ DIGERIYA' 
 
Şahîn anî ziman ku vî kesî êrîşê gotinên 'demokrat, şoreşger' kiriye û li cihê raste rast êrîşê, pankarta li herêmê daliqandî çirandiye, lê gelên li herêmê piştgiriya wê kiriye. Şahîn got ku piştî pankart hatiye çirandin gengeşî nerketiye û wiha axivî: "Tena serê xwe bû. Lê me nexwest em bi hişkî hişyar bikin. Ne li gorî sekna meya şoreşgerî ye jî. Êrîşkar ji vê wêrekî girt û bi gotina 'PKK'iyên terorîst' qîr kir. Di vê dema gengeşiyê de polîs li herêmê digeriya; lê mudaxaleyê êrîşkar nekirin. Bi vê re me dizanibû ji ku piştgiriyê digire."
 
'EM DI VERQA BÛYERAN DE NE'
 
Şahîn diyar kir ku bi rojan e li heman cihî ye, çalakiya wê mafdar e û ev tişt got: "Min dizanibû ku helwesteke faşîzmê ya li dijî min heye. Êrîşên xwe yên bi rêya polîsan nikare bike, bi rêya nijadperestan, faşîstan û sivîlan dike. Em di ferqa wan de ne." Şahîn herî dawî piştrast kir ku ew ê ji têkoşîna xwe ya mafdar paşve gav nevêjin û wiha got: "Em ne ji Nuriyeyê û ne jî ji Semîh, ne jî ji têkoşîna xwe ya mafdar dest bernadin."