SKM: Em li dijî şidetê serî radikin

  • jin
  • 11:42 7 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL - SKM'ê di daxuyaniya ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê da de diyar kir ku ew ê bi dirûşma, "Em li dijî tundî û krîzê di îsaynê de ne" li qadan bin, tenê ne di rojên diyarkirî de ew ê li hemû qadên jiyanê li dijî pargala baviksalar têkoşîna xwe bidomînin.
 
Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Endamên SKM'ê yên ku wê bi dirûşma, "Em li dijî tundî û krîzê di îsanê de ne" li qadan bin, diyar kirin ku 25'ê Mijdarê roja ku xwişkên Mîrabel yên ku li dijî dîktatoriya Trujîllo li ber xwe dane hatine qetilkirin e.
 
SKM'ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku pergala serdest a kapîtalîst, jinên ku ji bo xwe dijminên sereke dibînine tundiya li ser wan roj bi roj zêde dike û got ku destkeftiyên jinan ên ku jinan bi ked û têkoşîna xwe bi dest xistine yek bi yek ji destên wan tên girtin. Di berdewamiya daxuyaniya SKM'ê de hat gotin ku pergala baviksalar hem fîzîkî, hem psîkolojîk, hem îdeolojîk bi hemû argûmanên xwe êrîş dike, hem wekî tundiya mêr û hem jî wekî ya dewletê derdikeve pêşberî jinan û ji ber vê her roj gelek jin bi tundiyê, tacîz, tecawiz û qetilkirinê re rû bi rû dimînin.