Di meha Cotmehê de 34 jin hatin kuştin

  • jin
  • 12:15 7 Mijdar 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora KCDP'ê ya meha  Cotmehê, herî kêm 34 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin, jin rastî tecawîz tundiya zilaman hatin. 
 
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora meha Cotmehê ya derbarê tundiya li dijî jin û zarokan de ji raya giştî re eşkere kir. KCDP'ê li gorî serlêdanên ji bo wan hatin kirin û nûçeyên di çapmeniyê de hatine weşandin, li ser tundiya jin û zarokan raporek amade kirin. Li gorî raporê di meha Cotmehê de herî kêm 34 jin hatine kuştin, tecawîz, tacîz û tundiyên li ser jin û zarokan berdewam dike. 
 
Di raporê de hat, diyar kirin ku di çarçoveya Peymana Stenbolê de meqamên pêwendîdar ên dewletê divê rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê diyar bikin, lê belê ev yek nehatiye kirin. Li gorî raporê, meha Cotmehê 34 jin hatin kuştin, tecawîz û tacîzên li ser jin û zarokan berdewam dikin. Li gorî mehek berê, hejmara jinên hatin kuştin kêm bûye. 13 ji jinên meha Cotmehê mirin, weke mirina bi guman hate ragihandin. Sedema mirina 7 jinan jî nehat tespîtkirin û 9 jin jî dema xwestin li ser jiyana xwe biryarê bi xwe bidin hatin kuştin.
 
'HETA KU TEDBÎR NEYÊ GIRTIN WÊ KUŞTIN DEWAM BIKE'
 
Di rapora hat weşandin de wiha hat gotin: "Heta ku tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin wê kuştin dewam bike" û hate ragihand, jin êdî bêdeng namînin û xwe li dijî şîdetê bi rêxistin dikin. Zimanê medyayê tundiyê zêde dike. Heta ku der barê kuştina jinan de gavên berbiçav neyên avêtin, ne tenê hejmara jinên tên kuştin zêde dibin, di heman demê kujer jî zêdetir dibin."