Gezen: Rêya me dirêj e lê serkeftin a me ye

  • jin
  • 14:37 9 Mijdar 2018
  • |
img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen di “Komxebata Îstîxdam û Keda Jinê” de axivî û got: “Divê amûrên têkoşîna jinan li pêş bikevin. Rêya me dirêje lê em ê bi ser bikevin.” 
 
Endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniyê ya Li Dijî Tundiya Jinê “Komxebata Îstîxdam û Keda Jinê” li Navenda Giştî ya Egîtîm Senê li dar xist. Komxebatê rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna ked, demorkasî û azadiyê de ji yana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişt re sînevîzyona têkoşîna jinan hat pêşandan. 
 
 ‘HERÎ ZÊDE JIN KRÎZÊ DIJÎN’ 
 
Di komxebatê de Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen axivî û diyar kir ku dema jin tên ba hev her deverê vediguherînin baxçeyên biharê û li pêş wan têkoşînek çetîn heye. Gezen bi bîr xist ku bi hezaran jin bi KHK’yan hatin îxrackirin û girêdane zilaman e û di vê pêvajoya dijwar de herî zêde krîza kûr jinan jiyî. 
 
Gezen destnîşan kir ku piştî AKP hat ser kar êrîşî proje, destkeftî û têkoşîna jinan kir û got: “Li qadên îxtîxdamê yên bêewle herî zêde keda jinan tê xwarin. Dixwazin jinan radestî sektora taybet bikin. Her ku diçe jinan feqîr dikin û dixwazin jinan li malan heps bikin.” 
 
‘RÊYA ME DIRÊJ E LÊ SERKEFTIN A ME YE’ 
 
Gezen da zanîn ku AKP polîtîkayên xwe yên têkildarî jinan hemûyan wek “mizgînî” pêşkêş dike û got: “Van qanûnên wek mizgînî pêşkêşî jinan dikin êrîşa li dijî jinan e. Em bi desthilatdariyek ku jinan qetil dike re hevrû ne. Naxwazin jin li her qadên jiyanê bixebitin. Krîza aborî bi polîtîkaya AKP’ê ya 16 salan re ket meriyete. Armanca komxebata me ew e ku em pirsgirêkên jinan biaxivin, planên li ser jinan teşhîr aşkere bikin û derfetên wan li pêş bixin. Divê jin di têkoşîna xwe de amûrên xwe li pêş bixe. Rêya me dirêj lê em ê bi ser bikevin.” 
 
ATASOY: DI KRÎZAN DE ŞIDETA LI DIJÎ JINAN ZÊDETIR DIBE 
 
Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy jî axivî û anî ziman ku jin dê li dijî her cûre şidetê têkoşîna xwe dewam bikin û got: “Şideta li dijî jinan di krîzan de zêdetir dibe. Ji ber ku bi her awayî maf û keda jinan tê binpêkirin û tune dikin. Naxwazin ku keda jinan bê dîtin. Ji salên 90’î vir ve dewleta serdestiya zilam naxwaze ku keda jinan li pêş bieve û dixwaze keda jinan bixe bin kontrola xwe. Dixwazin keda jinan bênirx û bêewle bê dîtin.”