Jinên Wanî piştgirî dan Leyla Guven

  • jin
  • 15:48 9 Mijdar 2018
  • |
img
WAN - Jinên Wanî, piştgirî dan çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyela Guven. 
 
Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva bîrçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyela Guven li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê.
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan li ser navê Meclîsa Jinan daxuyanî da û wiha axivî: “Berî her tiştî em polîtîkayên tecrîtê û jenosîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî şermezar dikin. Tecrît sûcê mirovahiyê ye. Leyla Guven ji ber ku çûyîna bi kelepçekirî ya dadgehê red dike, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê dikin. Ji ber Guven nûnertiya parastina gelê ku wê hilbijartiye dike, îro girtiye. Ligel ku Guven girtiyek siyasiye jî, destûr nehatiye dayîn parastina xwe ya siyasî bike û dadger jê xwestiye parastina takekesî bike. Guven li ser vê yekê di paratina xwe de dibêje ‘Ji ber ku ew ji ramanên Birêz Ocalan bi bandor bû, bû parlamenter.’ Guven bi armanca şermezar kirina tecrîta li ser Birêz Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.”
 
‘EM GUVEN SILAV DIKIN'
 
Orhan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke jinên Kurd û HDP’î, vê sekna Guven silav dikin. Emê heya dawiyê piştgiriyê bidin Guven. Bila hemû kes baş zanibin ku tu êrîş, zext, girtin û binçavkirin dê nekarin me têk bibin û bi me gavê paşve bidin avêtin. Gelê Kurd û jinên Kurd dê tu carî dest ji daxwazên xwe yên demokratîk û têkoşîna xwe bernedin.”