Wê di 25'ê Mijdarê de jin alaya azadiyê ya 'Xwişkên Mirabel' bilind bikin

  • jin
  • 09:24 10 Mijdar 2018
  • |
img

STENBOL – Jinên alaya azadiyê ya "Xwişkên Mirabel" bilind bikin, wê îsal jî di serî de li Tirkiye û bajarên kurdan û bi giştî li tevahiya cîhanê li hemberî şideta mêr-dewletê li qadan bin. 

Li Komara Domînîkê, 3 jinên Tevgera Guherîna Civakiyî li hemberî dîktatoriya Trujîllo ku bi awayekî faşîzane êrîşî gel û kedakaran dikir, qebûl nekirin û serî hildan. Hersê jin di 25'ê Mijdara 1960'an de hatin kuştin. Di ser kuştina wan re 58 sal derbas bûn. Marîa Teresa, Mînerva Argentîna û Patrîa Mercedes ku li hemberî dîktatoriyê li ber xwe dan, wekî "Xwişkên Mîrabel" hatin binavkirin. 
 
LI HEMBERÎ DÎKTATORIYÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 
 
Hersê xwişkên li herêma Cîbas a Komarê Domînîkê hatin dinyayê, ji wan Patrîa di Hezîrana 1960'î de Tevgera Clandestîne ava kir. Paşê Mînerva û Marîa Teresa jî tev li vê tevgerê bûn. Dîktatoriya Trûjîllo ev yek wekî "talûkeyê" dît. Hersê jin dê têkoşîna xwe ya li hemberî dîktatoriyê de bi çewisandinên dijwar re rû bi rû man û cezayên giran li wan hatin birîn. Lê belê dîktator Trûjîllo fêm kir ku jin bi çewisandin û cezayên girtîgehê nayên rayê û di 25'ê Mijdara 1960'î de dest bi îşkencekirina jinan kir. 
 
Xwişkên Mîrabel, di vegera girtîgehê de ji aliyê hêzên dîkatro Trûjîllo bi zorê ji wesayîtên wan hatin daxistin û bi êrîşeke cinsî re rû bi rû man. Paşê hersê xwişk hatin kuştin û hat ragihandin ku di qezayeke trafîkî de mirine. Lê belê piştî mirina wan bi salekê ev tevgera li dijî Trûjîllo dawî li dîktatoriya wî anî. 
 
25'Ê MIJDARÊ JI BO JINÊN CÎHANÊ SEMBOL E 
 
Ji wê rojê ve 25'ê Mijdarê ji bo jinên cîhanê yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin bûye rojeke sembol. Jinên Amerîkaya Latîn îşkenceya hat kirin qet ji bîr nekirin û navê "Minminîk" li hersê xwişkan kirin. Jinên Amerîkaya Latîn di 25'ê Mijdara 1981'ê de li Domînîkê hatin cem hev û komcivînek çêkirin. Di civînê de roja kuştina hersên jinan wekî "Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navnetewî ya Li Hemberî Şideta Li Dijî Jinê" hat qebûlkirin. Paşê di sala 1999'an de Neteeyên Yekbûyî (NY) heman rojê wekî "Roja Têkoşîna Navnetewî ya Ji bo Jiholêkrakirina Şideta Li Hemberî Jinê" îlan kir. Têkoşîna Xwişkên Mîrabel ji bo hemû jinên cîhanê bû çirûsk.
 
LI HER DERÊ CÎHANÊ HEMN RÊBAZ 
 
Jinên di her serdemê de mafên wan tên binpêkirin, keda wan tê xwarin û bedena wan tê mêtin, di roja îroyîn de jî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin. Jinên ji aliyê mêr û dewletê ve tên kuştin an jî bi şidetê re rû bi rû dimînin, li Tirkiyeyê jî dibin hedefa heman polîtîkayan. 
 
Di 10 MEHÊN 2018'AN DE HERÎ KÊM 363 CINAYETÊN JINAN 
 
Li gorî rapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di 10 mehên 2018'an de 329 jin hatine kuştin. Her wiha Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû der barê şideta jinan de cara ewil pêşniyazpirseke hat berpêşkirin bersivand û diyar kir ku di sala 2017'an û 7 mehên ewil ên 2018'an de 393 jin hatine kuştin. Lê belê KCDP'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev hejmar nerast in. 
 
DI SALA 2018'AN DE ŞIDET DU QAT ZÊDETIR BÛ 
 
Di sala 2017'an de 290 jin û 22 zarok hatin kuştin. Ev cinayet bi piranî di dema Rewşa Awarte de pêk hatin. Li gorî çeteleya şideta li hemberî jinê ya bîanetê; di 9 mehên ewil ên sala 2018'an de mêran herî kêm 183 jin kuştine û 54 jin jî sîtismar kirin û 162 jin jî taciz kirine. 
 
 
Her wiha tevî hemû îtiraz û bertekên jinan, dîsa jî di komîsyona "devjêberdanê" de rê li ber zewaca bi kesên îstismar re kiriye hat dayîn û erka zewacê dan miftiyan. Komîsyona hat avakirin ji bo astengkirina îstismarê "xisandina kîmyewî" û "darvekirin" kir mijara nîqaşê û di vî warî de gelek sererastkirina pêk tîne. 
 
Di Komîsyona Astengkirina Devjêberdanê ya di sala 2016'an de hat avakirin, jiholêrakirina mafê nafaqayê jî di rojevê de ye. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ji bo vê yekê di 21'ê Hezîranê de got "Parastina jinê esas e, lê du salan zewicandî maye û paşê bi awayekî medenî dev ji hevdu berdane. Ji ber du sal bi hevdu re zewicandî mane, ev nayê maneya ku dê heta sax bin hiqûqa wan bi hev re hebe." Her wiha Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî di plana xwe ya çalakiyê ya 100 rojî de gotibû dê pergala dayîna nafaqayê jî di rojeva wan de be. 
 
Her wiha Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, pêşniyaza efûyê berpêşî Meclîsê kir û li gorî vê pêşnyazê dê 162 heza girtî û hikumxwar sûdê ji vê yekê bigirin. Lê piştî ev pêşniyaz hat kirin, tişta bal kişand jî ew e ku wê kesên daxilî sûcên îstismarkirin û cinayeta jin û zarokan bûne sûdê ji vê yekê bigirin an na. Her çend rayedarên hikûmetê diyar dikin ku dê ev yek derî vê pêşniyazê be, lê dîsa jî rêxistinên jinan li dijî pêşniyaza efûyê ya Bahçelî derdikevin. 
 
Di serdema nû ya Meclîsê de, di nav bernameya 100 rojî ya Komîsyona Wekheviya Firsendî ya Jin Mêr de gelek sererastkirinên ku zarok û jinan eleqedar dikin hene. Ji evan sererastkirinan yek jê jî der barê îstihdamê de ye û navê wê sererastkirina "Li kar dayik" e. Bi vê sererastkirinê de dê mudaxileyî jiyana jinê ya li kar bê kirin. Sererastkirineke din jî "di malbatên dev ji hev berdane de bi rêya îcrayê radestkirina zarokan" e. 
 
KRÎZA ABORΠ
 
Di Rapora Wehveiya Zayendî ya Civakê, li Tirkiyeya ku di warê wekheviya jin-mêr de di nav 144 welatan de di rêza 130'yî de ye, li hemberî jinê awayekî şidetê ya din rû dide ku ev jî krîza aborî ye. Piştî jin ji kar hatin derxistin, mêrên ku di warê aborî de ditengijin şidetê li jinê dikin. 
 
JIN XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERDIKEVIN 
 
152 saziyên dinan di meha Tebaxê de bi dirûşmeya "Em ê dev ji mafên xwe û têkoşîna xwe bernedin" bang kirin. Jinan destnîşan kir ku têkoşîna xwedîderketina li wekhevî, azadî û şert û mercên jiyaneke li gorî rûmeta mirovan a jinê bi sedan sal e didome û ew ê li dijî hemû êrîşên li hemberî destkefyiyên wan bitêkoşin. 
 
LI HEMÛ CÎHANÊ JINAN GOT ‘MEE TOO’ 
 
Li Amerîkayê jinan li hemberî taciz û êrîşên cinsî yên li dijî jinan kampanyaya 'Mee Too' (Ez jî heme) dan destpêkirin û ev kampanya li tevahiya cîhanê belav bû. 
 
WÊ LI CÎHANÊ HEMÛ JIN MINMINÎKAN BI BÎR BÎNIN 
 
Jinên li hemberî hemû şidetên fizîkî, siyasî û aborî bêdeng nebûn û alaya azadiyê ya minminîkan bilind bikin, wê îsal jî di 25'ê Mijdarê de di serî de li Tirkiye û bajarên kurdan û bi giştî li tevahiya cîhanê li hemberî şideta mêr-dewletê dakevin qadan. 
 
MA / Necla Demir