Kampûsa Pîrebokan: Li dijî şidetê em dakevin qadên mor

  • jin
  • 09:09 11 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL – Endama Kampûsa Pîrebokan Gîzem Işik diyar kir ku ew ê heta roja 25’ê Mijdarê gelek çalakiyan li dar bixin û got: “Em ê bibin baskên xwişkên hev Mirabelan û em li dijî şidetê jinan vedixwînin qadên mor.” 
 
Kampûsa Pîrebokan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê dê li qada bin û çalakiyan li dar bixin. Kapmûsa Pîrebokan li dijî şideta zilam û dewletê banga derketina qadan kir. 
 
Endama Kampûsa Pîrebokan Gîzem Işik têkildarî 25’ê Mijdarê agahî dan û destnîşan kir ku di çarçoveya xebatan de ew ewil li Taksîmê li dijî awayên şidetê li Taksîmê li hev kom bûn û bi forumekê têkoşîna li dijî şidetê gengeşe kirin e. Işik plansaziya rojên din wiha aşkere kir: “Em ê di 17’ê mijdarê de li atolyeya xwe roja rexeneya fîlman pêk bînin. Em ê bang li derhenerên xwe jin bikin û kurtefîlman nîqaş bikin. Roja 25’ê Mijdarê jî em ê li Taksîmê li hev kom bibin û em ê bi jinan re li qadan bin.” 
 
‘DESTHILATDARÎ DÎNAMÎKA JINAN TALÛKE DIBÎNE’ 
 
Işik anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek krîzên li Tirkiyeyê di nav hev de pêk tên û desthilatdariya zilam a serdest dixwaze sabûbûna faşîzmê ava bike û got: “Dînamîka ku desthilatdariyê dihejîne û ditirsîne û talûkeyê dide wan dînamîka jinan e. Li her deverê şidet heye. Kampûsên me jî ji vê şidetê ne bêpar e.” 
 
Işik diyar kir ku tundiya zêde dibe her dem bi beranberê xwe de rêbazên têkoşînê aktûl jî bi xwe re tîne û domand: "Kampûs hem bi polîsan hem jî bi ewlekariyên taybet cihên desthilatdariya zilam in. Di nav dibistanan de ne tacîzkar, jinên ku têkoşînê dimeşînin tên cezakirin. Têkoşîna jinan a ku her diçe bilind dibe, ji hemû jinan re dibe hêvî û wêrekî. Jin êdî bêdeng namînin. Ji ber vê yekê jî jin, xweparastina xwe wekî çalak û tebat datinîn holê. Em dizanin ku xweparastina herî girîng têkoşîna birêxistin û piştevaniya jinan e. Lê dema ku hewce ji parastina çalak re hebe em kûlma xwe ji desthilatdariya zilam paş ve nagirin. Me di vê dema ku tundî, tacîz û tecawiz her diçe zêde dibe de li bajarên ku heyî bi jinan re atolyeyê xweparastinê pêk anî û hê jî berdewam dikin. Em dibêjin ku bila jin wein xweparastinê û tundiya zilaman rawestînin."
 
'TUNDÎ TÊ ASAYÎKIRIN' 
 
Işik destnîşan kir ku desthilatdariya zilam û şeklên tundiyê di her qadê de ne û got: "Rewşeke tundiya devkî û aborî tê asayîkirin heye. Divê tundî yekpare bê dîtin. Li gel van tundiya, tundiya derûnî û flortî ku tê serê jinên ciwan heye. Jinên ciwan her roj bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Ji bo hişmendiyê xebatên atolye û bilindkirina zanistiyê di cîhekî gellek girîng disekin e."
 
‘WERIN QADÊN XUMRÎ’
 
Işik gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Şertên dîktatoriyê di sala 1960’an de li gelên Domînîk û Xwîşkên hev Mîrabel ferz kirin, niha jî li gelên Tirkiyeyê û me jinan tê ferzkirin. Li dijî ferzkirina şidet û dîktatoriyê em ji bo 25’ê Mijdarê bang li jinan dikin ku bên bibin baskên xwişkên hev Mirabel û li dijî şidetê dakevin qadên mor.” 
 
MA / Necla Demîr