Zilaman şidet kir, qerekol bêdeng ma û mirin pêk hat

  • jin
  • 09:13 11 Mijdar 2018
  • |
img
ŞIRNEX - Li gundekî Cizîrê 6 xwişk û dayika xwe bi awayek sistematîk rastî şideta 3 birayên xwe yên jinbavê û bavê xwe hatin. Qereqola gund ji şidetê re bêdeng ma. Hat zanîn ku Ayten A. ji ber şidetê hewl da întîxar bike û birîndar bû. 9 roj li nexweşxaneyê tedawî dît û jiyana xwe ji dest da. Xwişkên din li benda desteka hiqûqî ne.
 
Derket holê ku li gundekî navçeya Cizîra Şirnexê 3 bira û bav li 6 xwişk û dayikê şidetê kirin. Ji ber şidetê Ayten A. hewl da întîxar bike û bi giranî birîndar bû. 9 roj li nexweşxaneyê hat dermankirin û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên li ber dest bûyer di 1’ê cotmehê de pêk hatiye. Hat zanîn ku A.A., L.A., û H.A yên birayê hev û bavê wan T.A., Ayten A. N.A., Y.A., E.A., Z.A. û N.A. yên xwişkên hev û dayika wan H.A., wan xistine odeyek û demek dirêj şidetê li wan kirin e. 
 
KARAKOL JI ŞIDETA ZILAMAN RE BÊDENG MA 
 
Di kêliya şidet didomiya de ji xwişkan yek jê derdikeve diçe karakola hember gund û giliyê rewşê dike. Li ser gilîkirinê fermandar û eskerên karakolê diçin gund. Esker demek dirêj li gund man û tu kar û barek derbarê zilamên şidetê kirin de nekirin û ji gund fetilîn. Jinên xwişkên hev ji ber şideta sîstematîk roja bûyerê çûn cem mala hin xizmên xwe din. 
 
HE ŞIDETÊ KIRIN Û HEM JÎ HALÊ BIRÎNDAR ASTENG KIRIN  
 
Rojek piştî bûyerê ji jinan Ayten A. xwe bi arîkê malê ve daliqand û xwest xwe întîxar bike û giran birîndar bû. Ayten A. bi awayek hişçûyî birin hewşa malê û şidetkar ji rakirina nexweşxaneyê re bûn asteng. Hat zanîn ku xwişkên bertek nîşanî birayên xwe dan dîsa rastî şidetê hatin. Piştî demek şûn ve malbatek gund û xwişkên wê Aytena birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ayten A. ya rewşa wê giran bû ji Cizîrê rakirin nexweşxaneyek taybet a Batmanê. 
 
ŞIDETA ZILAMAN RÊ LI BER MIRINÊ VEKIR 
 
Ayten A. ku bêoksîjen ma mirina mêjî pêk hat û tenê dilê wê dixebitî. Ayten A. duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku dê piştî otopsiyê de cenaze li gund bê veşartin. 
 
BI ROJAN ŞÛN VE ÎFADE HATIN GIRTIN, LÊ FERMANDAR BI ENDÎŞE YE 
 
Agahî nehat bidestxistin heta niha têkildarî bûyerê lêpirsînek hatiye destpêkirin an na. Encax xwişkên Ayten A. ku li navenda navçeyên li cem mala xizmên xwe bicih bûn, du roj berê cendermeyan bangî wan kirin e û li karakola gund îfadeyên wan girtin e. Derbarê îfade girtina zilamên şidetkar de agahî nehat bidestxistin. Hat îdiakirin ku fermandarê karakolê li dijî şidetê bêdeng maye û bi endîşeye ku derbarê wî de jî gilî bê kirin. 
 
LI BENDA DESTEKA HIQÛQÎ NE 
 
Hat îdiakirin ku tê gotin zilaman şidet nekiriye û tê xwestin jinên xwişkên hev dîsa bibin gund. Hat gotin jinên xwişkên hev ji ber ewlehiya canê xwe bi fikarin û hat zanîn ku li benda desteka hiqûqî ne.