Buldan: Em ê bi jinan re tecrîtê bişkîn in

  • jin
  • 12:44 11 Mijdar 2018
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di civîna Meclîsa Jinan a Partiya xwe de axivî û got: “Em piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven a ji bo şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Ji ber ku tecrîta heyî, di heman demê de li dijî azadiya jinane. Emê bi jinan re tecrîtê bişkînin.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo amadekariyên 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û  Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan û hilbijartina herêmî li hev kom bûn. Civîn li Navenda Giştî ya Partiyê hat lidarxistin û pankarta “Leyla Guven mafdare, divê tecrît bê rakirin” bi salonê ve hat kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, axaftina vekirinê ya civînê kir û derbarê rojevên heyî de nirxandin kir. Buldan, di destpêka axaftina xwe de jinên siyasetmedar ên di girtîgehan de silav kir  û wiha axivî: “Em xwedî çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di 7’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da dest pêkirin, derdikevin û piştgiriyê didinê. Ew jî baş dizanin ku bi van rêyan nekarîn vîna jinan teslîm bigirin û dê tu carî jî nekarin teslîm bigirin. Bila baş zanibin ku tu carî vîna jinan nayê dîl girtin. A girîng ne cih û mekanîn, rê û armancin. Em ê di zindanan de, li kolanan û di Meclîsê de vê rêya xwe berdewam bikin.”
 
'TECRÎT DI HEMAN DEMÊ DE, LI SER AZADIYA JINAN E’
 
Buldan, anî ziman ku Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven, ji bo balê bikişîne ser tecrîta li ser Birêz Ocalan, bedena xwe ji birçîbûnê re razand û wiha bilêv kir: “Birêz Ocalan ji bo azadî, aştî û demokrasiya vî welatê têdikoşe. Lê dibin tecrîtek girankirî deye.  Bi tu awayî destûr nayê dayîn malbat, parêzer û tevgerên siyasî biçin hevdîtina wî. Ji bo vê yekê çalakiya Leyla Guven pir girînge. Em çalakiya Guven a bi bawerî û berxwedaniyek mezin dayî destpêkirin silav dikin. Em ê ji vir û şûn de li dijî tecrîtê çalakiyên xwe mezintir bikin û ji bo şikandina tecrîtê emê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
 
'DIVÊ JIN BIBIN YEK'
 
Buldan, di dewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “AKP’ê di desthildariya xwe ya 16 salan de, tim êrîşî destkeftiyên jinan kir. Ji ber ku ji jinan ditirsin. Ji siyaset û berxwedana jinan a bi biryar ditirsin. Rejîma yekzilamî baş dizane ku, tekane hêza ku karibe wan rawestîne jinin. Ji ber vê saziyên jinan bi qeyûman dan girtin û xwestin pergala hevserokatiyê tune bi hesibînin. Di dema AKP’ê de kuştin, tacîz, tecawîz û tundiya li ser jinan pir pir zêdetir bûn. Em bûn şahidê vê yekê. Lê divê jin bibin yek û bên gel hev. Ji ber ku ew ji hatina gel hev a jinan ditirsin. Divê jin li dijî rejîma yek zilamî bên gelhev. Di vê çarçoveyê de hilbijartina herêmî girînge. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de me behsa tîfaqa jinan kir û em bi ser ketin. Niha li pêşiya me hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê heye. Em xwe ji bo tevlîbûnek bi hêz amade dikin.  Divê kes vê hilbijartinê ji rêzê nebîne. Tifaqa jinan, dê di sindoqan de vîna jinan carek din derbixe holê.”
 
'QEYÛM DÊ BIÇIN’ 
 
Buldan, bal kişand ser kiryarên qeyûmên tayînê şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî û wiah bilêv kir: “Jin dê xwe jî û bajarên xwe jî bi rêve bibin. Ji roja qeyûm hatin tayînkirin û vir ve gelek saziyên jinan girtin. Êrîşî hemû nirxên gelê Kurd kirin û hemû ser û bin kirin. Em soz didin, emê bi destên jinan qeyûman têk bibin û em ê jinan li ser koltoxên wan bidin rûnişkandin.”
 
‘EMÊ BI HEVRE BI SER BIXIN’
 
Buldan di dawiya axaftina xwe de banga li hemû jinan kir û wiha got: “Em ê li dijî tifaqa zilaman, tifaqa jinan xurt bikin. Emê dest bi dest, mil bi mil dibin sîwana HDP’ê de beşdarî hilbijartina herêmî bibin. Bila ji bo vê yekê jin bibin namzet. Em bang li hemû jinan dikin ku dibin sîwana HDP’ê de beşdarî siyasetê bibin û carek din hêza xwe danin holê dikin. Em dixwazin hemû jin, ji bo hevşaredartiyê, endamên meclîsê û mûxtarbûnê serlêdan bikin. Em ê bi hevre qezenc bikin û emê bi hevre bi ser bikevin. Emê bi hevalên xwe yên jin re azad bibin û bi hevre tecrîdê bişkîn in.”