Jin wê li Heskîfê ji şidet û hilweşandinê re bêjin ‘na’

  • jin
  • 11:36 12 Mijdar 2018
  • |
img
ÊLIH – Jinên Êlihê diyar kirin ku dê ji bo 25’ê Mijdarê û hilbijartina herêmî di 18’ê mijdarê de starta xebatan bi meşekê bidin destpêkirin. 
 
Li Êlihê jinên aktîvîst û rêveberên TJA, DBP, HDP û KCD bi civînek starta xebatên 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Li Dijî Şideta Jinê û hilbijartina herêmî dan. Jinan di civînê de bal kişandin ser kirinên qeyûman ku vîna jinan tune dike û diyar kirin ku xebatên 25’ê Mijdarê. Jinên Êlihê diyar kirin ku dê ji bo 25’ê Mijdarê û hilbijartina herêmî di 18’ê mijdarê de bi meşekê bidin destpêkirin. 
 
Jinan anî ziman ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin û hemû jinan ji bo di xebatên hilbijartina herêmî de rolek çalak bigirin vexwendin xebatan. 
 
'QEYÛM DARBEYEK LI DIJÎ VÎNA JINAN E’ 
 
Hevşaredara Bajorokê Giresîra girêdayî navenda Êlihê Gulcemal Erdînç ku wek Endama Meclîsa Şaredariyê hat bijartin û qeyûm tayînî şûna endamtiya wê hat kirin. Erdînç anî ziman ku desthilatdariyê bi van kirinên xwe vîna jinan tune dihesibîne û got: “Qeyûm tayînî hemû şaredariyên me hat kirin. Tayînkirina qeyûman darbeyek li dijî vîna gelê me ye. Armancek din a qeyûman jî tunehesibandina vîna jinan e û hemû mafên jinan bi dest xistine tune kirin. Xwestin bi qeyûman pergala hevserokatiyê rakin. Em mînaka vê şênber jî di Şaredariya Giresîra de dibînin.” 
 
'EM Ê BI VÎNA JINAN ŞAREDARIYÊN XWE BISTÎNIN’ 
 
Erdînç destnîşan kir ku wan mîna şênber a tundiya li dijî jinan di tayînkirina qeyûman de dîtin û wiha domand: “Em ê wej jinan li dijî van darbe û tune hesibandina vîna jinan bêdeng nemînin. Divê tu jin bêdeng nemîne. Ji ber vê yekê bi boneya vîna jinan di hilbijartina herêmî de derkeve pêş, em ê têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe di 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê de li her deverê belav bikin. Em ê qeyûman ji vê erdnîgariyê biavêjin û bi vîna jinan şaredariyên xwe bi dest bixin.” 
 
BI ERBANEYÊN XWE DÊ LI HESKÎFÊ BIN 
 
Aktîvîsta TJA’yê Zozan Şîmşek jî diyar kir ku ew ê di çarçoveya 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de xebatên hilbijartinê birêve bibin û ew ê çalakiyên van rojên girîng bi rojekê re bi sînor nehêlin. Şîmşek derbarê çalakiyên 25’ê Mijdarê de agahî dan û got ew ê di 18’ê Mijdarê de starta xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê û hilbijartina herêmî bi meşa erbaneyî ya li Heskîfê pêk bînin bidin. 
 
‘EM Ê QEYÛMAN BIQEWITÎNIN’ 
 
Şîmşek da zanîn ku ew starta çalakiyan ji bo balê bikişînin ser hilweşandina Heskîfê dê li wir bidin û got: “Jin di heman demê de xwedî li dîrok û çanda xwe derdikevin. Em ê ji vê bonê li Heskîfê bin. Hilweşandina Heskîfê ji polîtîkaya qeyûma pir ne cuda ye. Em ê qeyûmên wan ji vê erdnîgariyê biqewitînin û bersivek xûrt bidin wan.”