Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere

  • jin
  • 09:10 19 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL - Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, diyar kir ku ji destpêka Mijdarê heta niha bi jinan de di çalakî û bernameyên cur be cur de kom dibin û li ser tundiya li dijî jinê niqaşan dikin. Baklaci, anî ziman ku kolan bi kolan digerin û bang li jinan dikin ku tev li çalakiya 25'ê mijdarê bibin. 
 
Berdevka Piştevaniya Mor Cemîle Baklaci, têkildarî xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan agahî da. Baklaci, diyar kir ku ji destpêka Mijdarê heta niha bi jinan de di çalakî û bernameyên cur be cur de bi jinan re kom dibin û li ser tundiya li dijî jinê niqaşan dikin. Baklaci, anî ziman ku kolan bi kolan digerin û bang li jinan dikin ku tev li çalakiya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan, bibin. Baklaci destnîşan kir ku heta niha li taxan panelên li ser tenduristî, krîza aborî û mafê jinan pêk anîn û bi jinan re kom bûn. Baklaci, destnîşan kir ku ji bo 25'ê mijdarê li kolan bi kolanên taxan digerin û belavokan belav dikin û jinan vedihewînin 25'ê Mijdarê. 
 
'EM LI HER DERÊ NE'
 
 Baklaci, destnîşan kir ku ne li qunçik û qiraxên jiyanê ne û wiha got: "Em ne li rexên jiyanê, di navenda jiyanê de ne. Em bi vê ferasetê tev digerin û me dest bi xebatê kiriye. Em bi vê ferasetê bi gelek jinan re hatin cem hev. Niha xebatek zêde lipêş me ye. Xebatên me yên kolanan, kargerî, esnaf, dibistan, kampus û hemû qaden jiyanê didome. Em li mal û hemû qadên ku jiyan lê diherike li cem jinan in. Li her qadê tundiya mêr ya li dijî jinê zêde dibe. Tundiya li dijî jinê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê bûye sazîbûna faşizmê. Ev rejîm, Îslama paşverû ya Tirk, mêr û Sûnnî dike armanc. Dema rejîma xwe ava dikin civakê jî dixwazin li gorî rejîma xwe biguherînin û dikin hedef. Hemû beşên civakê dikin hedef. Tund8î, tacîz, tecawiz, nelirêtî, dizî, tiryak û bê sinciyê li ser civakê zêde dikin. Em vê yekê mixabin di her qadê jiyanê de dibînin."
 
MÊRÊ FAÎL Ê TUNDİYÊ TÊ XELATKIRIN
 
Baklaci, bal kişand ser darizandin û edaleta heyî û wiha bi dawî kir: "Jin bi her awayî rastî tundiya fîzîkî û derûnî tên. Mêrê ku failê tundiyê  ye, mixabin nayê cezakirin. Bi bêcezakirinê tê xelatkirin. Mixabin îktîdar naxwaze vê yekê bibîne. Niha hemû polîtikayên li dijî Peymana Stenbol di meriyetê de ye. Lê çi dibe bila bibe em dê tu carî bi tundiyê re li hev nayên." 
 
BANGA 25'Ê MIJDARÊ
 
Baklaci, herî dawî bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Qada Taksimê tev li mîtînê bibin. Baklaci, da zanîn ku dê di 25'ê mijdarê de li dijî tundî, cudakarî û bê hiqûqiyê saet di 17.00’an de li Qada Taksimê li kolanan bin.
 
 
MA / Necla Demir