Derûnînas Şenol: Di çavkaniya tundiya zayendî de îktîdar heye

  • jin
  • 09:10 19 Mijdar 2018
  • |
img

ÎZMÎR - Derûnînas Zekîye Şenol, bal kiyand ser tundiyali dijî jinê û diyar kir ku di nava tundiya li ser jinê de cihê tuniya zayendî pir zêde ye û wiha got: "Ruxmê li Tirkiye cihê tundiya zayendî zêde ye jî ev yek li ber çavan nayê girtin. Çavkaniya herî mezin a tundiya zayendî lêgerîna îktîdarê ye. Ji ber vê yekê jinên rastî tundiya zayendî tên divê wêrek tev bigerin. 

Derûnînas û Seroka Rêveberiya Komeleya Şopandina Ji bo Mafên Wekhev Zekiye Şenol a bi salan di Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê de xebitî û piştre teqawît bû, bal kişand ser tundiya zayendî û helwesta jinên rastî tundiyê tên. Şenol, li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê jî rawestiya û agahiyên girîng dan. 
 
‘DUNDIYA LI DIJÎ JINÊ DI LÊKOLÎNEN ARKEOLOJÎK DE JÎ HENE'
 
Şenol, da zanîn ku tundiya zayendî û derûnî ya li dijî jinê di nava civakê de zêde nayê axaftin û niqaşkirin û wiha got: "Ji ber zêde nayê axaftin polîtîkayên çareseriyê jî nayên pêşxistin. Hemû cureyên tundiya li dijî jinê, ji kurahiya dîrokê heta heta îro tê. Heta 3 hezar sal berê daneyên wê hene. Li gorî lêkolînên arkeolojik dane hatine dîtin. Hestiyên jinan li gorî yên mêr bêtir hatiye şikandin. Bêtir rastî derban hatiye. Ev li hemû cihanê xuya dibe. Têkoşîna li dijî tundiyê piştî sedsala 18- 19'an dest pê kiriye. 
 
Şenol, da zanîn ku di nava tundiya li dijî jinê de tundiya herî girîng, tundiya zayendî ye û wiha got: "Di vê tundiyê de herî zêde jin mextûr bûne. Tundiya zayendî, bi armanca zayendiyê têxe kontrola xwe, venêrtina wê bike, biçûk bixe kêm bixe û ceza bike tê kirin û wiha got: "Ev dibe ku ji aliyê hevserê jinê ve bê kirin, dibe ji aliyê bav û xizmên wê ve bê kirin. Tundiya zayendî tenê ji aliyê hevjîn ve nayê kirin. Ji aliyê hemû mêran ve tê kirin. Bi armanca serdestiyê li ser jinê bikin tundiyê pêş dixin. Îstîsmara lidijî zarok jî mirov dikare wekî îstîsmara zayendî pênase bike. Ev tundiya zayendî ye û êrîş e. Zarokek di serdema ducaniyê de bi zorê bê kurtajkirin, tê wateya li dijî wê û dayika wê tundiya zayendî hatiye kirin. Em di serî de tecawizkirin, tacîza devkî û fîzîkî, li dijî daxwazê lêzorkirina posizyona zayendî, bêyî riza wê canê wê êşeandin, bi rêya derman, alkol û tiryakê bi zorê neçarî têkiliya zayendîkirin, li cihê naxwaze zorlêkirina têkiliya zayendî, li dijî daxwaza wê destdayina wê tev cureyên tundiya zayendî tê qebûlkirin. Lêzorkirina karkeriya seksê, jiyana zayendiya li gorî sewq û keyfa mêr tev tundiya zayendî ye. Koletiya zayendî, bizorê bêzuriyetkirin, zorlêkirina jiberçûna zarok jî dikeve cureyê tundiyê. 
 
‘JIN TUNDIYA ZAYENDÎ VENABÊJE'
 
Şenol, da zanîn ku li her cihê ku tundiya zayendî heye, tundiya fîzîkî û derûnî jî heye û ji ber vê yekê jina rastî tundiya zayendî dê venabêje. Şenol, destnîşan kir ku gelek jinên rastî cudeyê tundiyê tên ne di ferqê de ne û wiha lê zêde kir: "Tundiya zayendî tenê bi odeya razanê ne bi sînor e. Kodên civakî yên tundiyê ava dikin girîn in. Di hevdîtinên jinên ku rastî tundiyê hatine de bi hêsanî û rehet tundiya li wan hatiye kirin venabêjin. Jinên serî li dadgehan didan tenê cihê şikestî, derb, reş û şîn bûbûn vedigotin. Lê nedigotin ku rastî tundiya zayendî hatine. Di hevdîtinan de me tespît dikir ku rastî tundiya zayendî hatiye. Ji me re digot 'Ji bo xwedê ji kesî re nebêjin. Bila kes nebihîze û nizanibe. Tundiya zayendî pir zêde ye. Divê ev yek bê zanîn. Gelek jin jî ne di ferqê de ne ku rastî tundiya zayendî hatine. 
 
'LI WELATÊ ME TUNDIYA ZAYENDÎ LI BER ÇAVAN NAYÊ GIRTIN'
 
Şenol, da zanîn ku tundiya zayendî di nava hemû beşên civakê de hene û wiha berdewam kier: "Li Tirkiye tundî zêde li ber çavan nayê girtin. Li welatê me tundiya zayendî li ber çavan nayê girtin. Ev pirsgrêkek gelek mezin e. Pirsgirêka din jî pirsgirêka olî ye. Li welatê ereb gelek jinên rastî tundiya zayendî tên, yên tên cezakirin disa ew in. Mînak, jina rastî tundiya zayendî tê, berê cil û berge wê, têkiliyên wê û tevgera wê tê lêpirsîn. Bi şev derdikeve derve ya na tê pirsîn. Lê mijara em li ser rawestin û niqaş bikin terbiya malbatê ye. Divê perwerde û zimanê hatiye avakirin bê niqaşkirin. Divê ji bo vê yekê têkoşîn bê dayîn. Nila li pêş tevgera jinê astengiya herî mezin astengiya dewletê ye. Astengiya din civak e." 
 
‘DEMA MÊR HÊZA XWE NÎŞAN DIDE TECAWIZ DIKE' 
 
Şenol, bal kişand ser helwesta dewletê ya fermî jî û wiha bi dawî kir: "Gelek kesên profesyonel li vê qadê dixebitin hene. Yek jê polis, yek jê cendirme, yek hekîm û yek yên stargehan in. Profesyonelên ku jin serî li wan didin jî jinên ku ji stargehan tên serî li wan didin erênî pêşwazî nakin. Hebûna van personelan nerîna dewletê nîşan dide. Divê destûr nedin vê yekê. Li wir têkiliya îktîdarê heye. Dema mêr hêza xwe nîşan dide tecawiz dike. Tecawizî sewalan ji dike. Çavkaniya wê ya mezin feraseta îktîdarê ye. Dixwazin bi tundiya zeyendî serdestiyê bi dest bixin." 
 
Mirov nikare bêje li Tirkiye ji ber tundiya zayenî jinên keç nayên kuştin. Jin neçar û mecbûrî întîharê ten kirin. Ev ne mirina ji rêzê ye. Cînayet e. Raste em mijara mirina zarokên keç nikarin tespît bikin. Lê divê tewez bê lêkolinkirin û tekeve qeydan. Divê wekî întihar neyê destgirtin, Wekî cînayeta zayendi bê qeydkirin. Ev cînayet e. 
 
MA / Nîmet Olmez