Hîco: Duyemîn reva PDK'ê ya Şengalê em şaş nekirin

  • jin
  • 12:27 28 Cotmeh 2017
  • |
img

ŞENGAL – Pêşmergeyên PDK'ê ewil li dijî êrîşên DAIŞ’ê Şengal terk kirin û reviyan, cara duyemîn jî li dijî êrîşên Heşdî Şabî şengal terk kirin û reviyan.  Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico, diyar kir ku PDK dixwaze êzîdiyan bi birçîbûnê terk bike û wiha got: "Em li dijî terkkirina pêşmergeyên PDK'ê ya duyemîn şaş nebûn. Em êdî bi hêza xwe ya xweser xwe diparêzin."  

Welatê Êzidîyan ê Qedîm Şengal di 3'ê tebaxa 2014’an de rastî êrîşa DAIŞ'ê hatibû. Piştî Şengal rastî êrîşa DAIŞ'ê hat pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), şengal berdan û reviyan. Cara duyemîn jî leşkerên Heşdî Şabî êrîşî Şengalê kirin. Cara duyemîn jî dîsa pêşmergeyên PDK'ê şer nekirin û şenal terk kirin û reviyan. PDK'ê warê Êzidîyan terk kirin û çûn. Têkildarî hewlesta pêşmereyên PDK'ê û rewşa Şengalê Hevserokê Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico, diyar kir ku beriya fermanê nifûsa Şengalê 13 hezar bû û wiha got: "PDK dixwaze êzîdîyan bi birçîbûnê terbiye bike." 
 
‘SIYASETA BÊ VÎN Û BÊ BAWERÎ PÊŞ DIXE'
 
Hico anî ziman ku PDK ji bo bê vîn û bê bawerî bihêle siyasetê pêş dixe û wiha got: “Bi êrîşa DAIŞ'ê re hemû cîhanê dît ku bi hezaran pêşmerge li Çiyayê Şengalê bûn. Dibêjin 13 hezar e. Şengal bê parastin hiştin û di nava rojekê de Şengal teslîmî DAIŞ'ê kirin. Piştî pêşmerge reviyan û Şengal teslîmî DAIŞ'e kir, bi hezaran jinên êzîdî dîl ketin destê DAIŞ'ê. Malên me talan kirin. Li ser Êzidîyan komkujyek çêbû." 
 
‘LI SER ÊZÎDIYAN SIYASETA BIRÇÎBÛNÊ PÊŞ DIXIN' 
 
Hico, anî ziman ku êzîdî rastî fermana 73’an hatin wiha got: "Berpirsiyarê vê yekê PDK ye. “Piştî Fermanê PDK liser êzîdîyan siyaseta birçîbûnê meşand. Civaka Êzidî ji siyasetê dûr bû û di nava xwe de girtî bû. Gel digot ‘Beriya PDK'ê serdestî di destê rejîma Baasê de bû. Piştî ew çûn PDK hat. Niha jî PDK çû yên din hatin û tiştek nayê guhertin. Digotin PDK ji bo gel tiştek nekir vana jî tiştekî nakin." 
 
‘AMBARGO KÛR KIRIN'
 
Hica, anî ziman ku qeder û jiyana Êzidîyan piştî êrîşa DAIŞ'ê û reva PDK'ê bi hawara PKK'iyan hat guhertin û wiha got: "PDK ji bo rê li pêş guhertina Êzidîyan bigire û wan bi sînor bike niha terbiyeya birçîbûnê li ser êzîdîyan dimeşîne. Hemû rêyên dihatin Şengalê girtibûn. Rêya Musulê di destê DAIŞ'ê debû. Şengal di bin ambargoyê de bû. PDK'ê ji 3'ê Tebaxa 2014'an heta herî dawî hêzên Haşdi Şabî hatin li ser êzîdîyan ambargo meşandin û cara duyemîn bi hatina Heşdî Şabî re reviyan. Ji deriyê Sihêla alikarî dihat Şengalê. Ew rê digirtin u destûr nedida ku alîkarî bê. Bazirganî li welatiyan qedexe dikirin. Destûr nedidan ku welatî sewalên xwe bibe û bîne."
 
‘GEL JI TIRSAN DENGÊ XWE NEKIR'
 
Hico, anî ziman ku pêkanînên PDK'ê yên li ser êzîdîyan gelek zêde ne û wiha berdewam kir: "Hemû saziyên fermî desteser kirin û tev hi bi Duhokê ve girê dan. Li Şengalê tenê meaşê pêşmergeyan dan. Piştî Şengal azad bû di nava 3 salan de di qada perwerdehî û tenduristiyê de tu razemenî nekir. Piştî Şengal hat azadkirin 3 salin di qada perwerdehiyê de me hêj dibistanek venekiriye. Ji bo em zarokên xwe yên Êzidî bidin xwendin em neçar dimînin ku zarokên xwe bişînin Duhokê. Ev yek jî ne pêkan e. PDK'ê ji bo perwerdehiyê tu razemenî li vir nekir. 
 
Hico, anî ziman ku li Kampa Serdeşt a êzîdî lê dijîn, alîkariya ku ji aliyê şîrketên navnetewî ve dihatin şandin jî dema Vakfa Alîkariyê ya Barzanî ev alîkarî li gel belav dikir cudakarî dikir." 
 
‘BI ŞERÊ XANESORÊ DÊYA ROVA JÎ HAT GIRTIN' 
 
Hico, anî ziman ku pişti di 3'ê Adara 2017'an de bi navê pêşmergeyên Roj êrîşî Xanesorê kirin, rêya ku tekiliya wan bi Rojava ve girê dide jî hat girtin û wiha bi dawî kir: "Li Şengalê ne febrîqeyek heye û ne jî karek heye. Ji ber şerê heyî gundên çandiniyê jî hatin valakirin. Yên ku sewalkariyê dikin jî pêşiya wan bi ambargo hatiye girtin. Dixwazin hemû gelê Şengalê bêçare bihêlin û wan bi Duhokê ve girê bidin. Dixwazin vîna gelê Şengalê bişkînin û wan bi birçibûnê terbiye bikin. Lê gelê Şengalê li gel hemû astengiyan bi derfetên xwe di ber xwe dide û jiyana xwe debare dike. Armanca meclîsê em dixwazin gel bikin xwedî vîn. Em dixwazin bi hêza xwe ya xweser jiyana xwe îdame bike û parastina xwe bike. Gel 3 salin bi hêza vîna xwe ya siyasî û leşkerî xwe diparêze û bi rêve dibe. Em niha xwe bi xwe bi rêve dibin. 
Reva cara duyemîn a Pêşmergeyan em şaş nekirin. Piştî fermanê ji ber ku em bi hêza xwe ya cewherî diparêzin em li dijî vê yeke zêde neketin bin bandorê."