Girtiyên jin ên siyasetmedar: Em xwedî li berxwedana Guven derdikevin

  • jin
  • 12:43 23 Mijdar 2018
  • |
img
STENBOL - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê piştgirî dan berxwedana Leyla Guven û gotin: "Divê tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bi dawî bibe" 
 
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê girtî, piştgirî dan greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye.
 
Jinan bi peyamekê piştgiriya xwe anîn ziman û di peyamê de wiha gotin: "Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Hevrêya me Leyla Guven a dilovan ku li zindana Amedê mîna me dîlgirtî ye, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan roja 7'ê Mijdarê biryar da dest bi berxwedana greva birçîbûnê bike. Tecrîdkirina Birêz Ocalan, tundiya mêr û dewletê ya li dijî jinan û polîtîkayên şer ji hev cuda nîne. Tifaqa AKP-MHP'ê ku di neçareseriyê de israr dike, ji bilî rijandina xwîn û rondikan tiştekî nade gelan. Têkoşîna azadiyê ya jinan li dijî vê tarîtiya tifaqa AKP-MHP'ê jehrkuja herî mezin e. Ev jehrkuj, serhildan û berxwedana jinan a li dijî zilmê ye. Hevrêya me Leyla Guven bi biryardarî û berxwedana xwe li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî şer jî aştiyê diparêze. Leyla Guven ku emrê xwe daye têkoşîna azadiya jinê, li dijî tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan dest bi berxwedana greva birçîbûnê kir. Bi navê girtiyên jin ên li Girtîgeha Kandirayê em berxwedana wê silav dikin.
 
'JIN WÊ FAŞÎZMÊ BIQEDÎNIN'
 
Em xwedî li berxwedana Leyla Guven derdikevin ku li ber polîtîkayên şer ên di ser tecrîda li Îmraliyê re li ser gelan tê ferzkirin, rabûye. Bi hêza xwe ya ji tecrûbeyên xwe yên berxwedana dîrokî, em ê timî li ber polîtîkayên tecrîdê rabin. Ya ku faşîzmê biqedîne, têkoşîna azadiyê ya jinan û berxwedana jinan e. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan tavilê biqede."