'Mêr hem ji îktîdarê û hem ji darazê hêzê digirin'

  • jin
  • 09:43 25 Mijdar 2018
  • |
img
AMED - Endama Meclîsa HDP'ê Yuksel Mutlu, balm kişand ser çavkaniya tundiya ku mêr li dijî jinê pêk tîne û wiha got: “Yek ji sedema herî girîng, pêvajoya darazê mêrî ye. Mêr hem hêzê ji îktîdarê û hem jî ji darazê distînin." 
 
Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê ye. Têkildarî rojê Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Yaksel Mutlu, bal kişand çavkaniyên tundiyê û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî tundiyê.  Mutlu, anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinê ne tenê berpirsiyariya jinê ye û wiha got: "Feraseta tundiyê ya di mejiyê mêr de bi cih bûye hemû civak xistiye nava tora xwe. Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinê tenê bi zayendê ve ne girêdayî ye. Tundiya mêr, pergalê, hezkirî, bav, bira û pir alî heye. Mêtîngeriyek zayendî u çînî heye. Di heman demê de mêtîngeriyek neteweyi heye. Li dijî vê mêtîngeriyê pêdivî bi têkoşînek gelek mezin heye. Li gel ku li dijî jinê mêtîngeriyek gelek mezin heye jî mixabin îktidar naxwaze vê yekê bibîne. Mêr hêz û wêrekiyê ji îktîdarê û darazê digire. Em pêvajoya serdema 17 salên îktîdara AKP’ê baş dizanin ku tundiya li dijî jinê pir zêde bûye. Sedema herî girîng pêvajoya darazê mêrî ye. Daraz di destê mêr de ye û bi feraseta mêrî pêş dikeve. Mêr hem hêza xwe ji darazê û hem jî ji dadgehê digirin." 
 
Mutlu, bal kişand ser têkiliya krîza aboriyê û zêdebûna tundiya li dijî jinê u wiha got: "Di encama krîza aborî û butçeyê de her ku diçe jin xizan dibe. Sedema şerê heyi hişmendiya mêr û militarizmê ye. Lê yê bedela vê yekê didin jin in.  Disa rola medya jî zêde ye. Medya tundiya li dijî jinê dike magazîn. Bi hişmendiya dewletê nûçeyan çê dike."