Li Dersimê çanda sedan salan: Kofî

  • jin
  • 09:19 23 Kanûn 2018
  • |
img

DERSIM - Li Dersimê bi sedan sal e çanda kofiyan didome. Du wateyên kofiyan hene; yên bi reng remza xwezaya jina, yên reş jî li hemberî komkujiyan remza gazindê ye. 

Li Dersimê bi sedan sal e jin kofiyan dixin serê xwe. Ev adet û çand hîn jî li Dersimê didome. Ev çanda bi sedan sal in didome li cem jinên Qureyşan û Derwêşcemal du bin du beş. Jinên Ocaxa Qureyşanê kofiyên rengîn dixin serê xwe û yên OCaxa Derwêşcemal jî serpoşê dixin serê xwe û laçikekê li ser girêdidin. 
 
KOFIYÊN RENGÎ REMZA XWEZAYA JINÊ YE 
 
Kofiyên rengîn, di elewîtiyê de tê wateya remza pirçandî û rengîniyê. Jin dibêjin ew pirrengî û pirçandiya di elewîtiyê de dikin taca serê xwe. Her wiha li gorî baweriya wan kofiya reş jî li hemberî zilm û zordariyê û komkujiyan remza gazindê ye. 
 
Li gundê Bargînî yê Mazgirta Dersimê Şehrîban Baran a 80 salî, yek ji wan jina ye ku dev ji kofiyê bernedaye. Baran kofiya reş dixe serê xwe û laçikeke spî jî li dor stuyê xwe digerîne. Baran, porê xwe yê hinekirî û xelxelekî jî ji bin kofiyê derdixe û dibêje berê wan wisa dida serê xwe. Baran, bilêv kir ku kofiya ku ew dixe serê xwe hem remza rengîniya xwezayê ye hem jî remza şînê ye. 
 
Baran, anî ziman ku ew van kofiyan ji bo xeml û xişrê nadin serê xwe, ev divêtiyeke bawerî û çanda wan e. Baran, diyar kir ku ew ji dayik û dapîrên xwe hoyî kofiyê bûye û nifş bi nifş dewam dike. 
 
MA / Semra Turan