‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’

  • jin
  • 09:04 24 Kanûn 2018
  • |
img

AMED – Li Amedê jin bi civînek organîzasyona DAKP hatin gel hev û mijara têkoşîna êrîşên li dijî jinan nîqaş kirin. Jinan tayînkirina qeyûmên şaredariyan wek “dagirkirin” nirxandin û vê peyamê dan: “Em ê bi hêz xwe rêxistin bikin. Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin.” 

Li Amedê jinên ji endamtiya partiyên siyasî, sendîka û komeleyan pêk tê beriya 8’ê Adara 2018’an li Platforma Jinan Dîcle ya Amedê (DAKP) ava kiribûn. Jinan bi armanca li dijî şidet, kedxwarî, cudakarî, zayenperestî, nijadperestî, polîtîkayên mîlîtarîst, tacîz û tecawizê derkevin û li dijî vê yekê bi piştevaniyê xwe rêxistin bikin vê saziyê ava kiribûn. 
 
Platform ji roja ava bûye heta niha gelek rêzeçalakiyan li dar xist. Aktîvîstên Platformê duh bi sernavê “Jin bi hev re bi hêz in” li Şaxa 2’yemîn a Egîtîm Sena Amedê kom bûn. Jin bi armanca plansaziya dê di 5-6’ê çile de bi beşdariya jinên ji gelek deverên Tirkiyeyê li Stenbolê bicivin bû. Li ser vê civîna giştî jinan nîqaş birêve bir. 
 
Li gel Hevberdevka DAKP’ê Bahara Karakaş Ulug, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan gelek jinên li Amedê hatin îxrackirin beşdar bûn. 
 
Di civînê de ev nîqaş derketin pêş: “Qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin, hevrû mayîna jinan a bi tecawiz û tacîzê re, fihûş, mîlîtarîzm, zêdebûna zilamtiyê û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven.” 
 
Jinan bi taybetî li ser polîtîkaya qeyûman, girtina saziyên jinan, êrîşên li dijî Kurdan, îxrac, rewşa jinên navçeya Sûrê, şideta li dijî jinan, binçavkirin û girtina jinên siyasetmedar û sendîkavan axivîn û nîqaş birêve birin. 
 
‘EM BI HÊZDARÎ XWE RÊXISTIN BIKIN’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan di civînê de wiha got: “Em ê xwe bi hêz birêxistin bikin. Em tayînkirina qeyûman wek dagirkirin binav dikin. Em ê bi jinên Tirkiyeyê re bi hêzdarî xwe birêxistin bikin û van polîtîkayan vala derbixin. Bêyî rêxistinbûyînê tu pirsgirêk dê neyên çareserkirin. Li cîhanê şerê sêyemîn dijî. Di vî şerî de dixwazin jinan jî dîzayn bikin. Em ê mijarên ku vê dîzaynê qebûl nekin nîqaş bikin. Rêxistinbûyîn jênevegera me ye. Em ê li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê li Stenbolê kombûnek dîrokî pêk bînin.” 
 
Jinan di civînê de mînaka herî dawî ya Kadîr Sakçi yê ji ber got “ez kurd im” û bi kurdî axivî û hat kuştinê û tunekirina nasnameya jinan rawestiyan.  Jinan polîtîkaya ferzkirina sîxûrtiyê jî nîqaş kir. 
 
Yek ji mijara herî girîng ku di rojeva jinan de cih girt jî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Jin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê bi bîr xistin û gotin pergal dixwaze di şexsê Ocalan de hemû civakê tecrîd bike. 
 
Piştî van hemû nîqaşan jinan jinan diyar kir ku her çiqas jin li ber xwe didin êrîş zêde dibin û li dijî êrîşan vê peyamê dan: “Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin.” 
 
MA / Zuhal Atlan