Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin

  • jin
  • 15:14 28 Kanûn 2018
  • |
img
EDENE - Jinan li Edeneyê ji bo piştevaniya jinên girtî kartên sersalê ji wan re şand. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Edeneyê bi boneya sersalê bi armanca piştevaniya jinên li girtîgehên cudat tên ragirtin kartên sersalê şand. Jin li ber Postexaneya Edliyeya Edeneyê kom bûn û piştî daxuyaniyek kurt kart radestî postexaneyê kirin. 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Edeneyê Saniye Seçgîn destnîşan kir ku bi hezaran hevalên wan bi awayek bêhiqûq hatine girtin û ji bo piştevaniya jinên girtî kartên sersalê dişînin. Seçgîn da zanîn ku ew piştevaniya çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 51 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de dikin û got: "Divê tecrîd bê rakirin. Daxwaza me jinan û hemû civakê ev e." 
 
Piştî axaftinê jin derbasî hundirê PTT'ê bûn û kartan şandin.